Li Wanê xetereya hişbirê 2024-10-31 09:04:29       Rabîa Onver   WAN - Li Wanê temenê bikranîna hişbirê daketiye 8-9 salî. Li ber dibistanan firotina hişbirê zêde bûye, bêtedbiriya ewlehiyê rê li ber xetereyên mezin vedike. Ji ber qelsiya navendên rehabîlîtanasyonê dermankirin jî li bajarên din tên kirin.   Li gorî Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) li Tirkiyeyê navbera temenê 0-17’an de nifûs ji sedî 27,5 e. Li gorî vê nifûsa ciwan-zarokan ji sedî 43,1 ango  35 mîlyon û 842 hezar û 470 ye. Li gorî daneyan ji sedî 4,9 hişbirê bikar tînin, difroşin û digirin. Ji sedî 4 jî ji sûcê tehdîdê tên lêpirsînkirin.   Li gorî îdiayan li Wanê li gorî sala borî bikaranîna hişbirê heta temenê 8-9’an ketiye. Li Wanê hejmara kesên ku hişbir bikaraniye û dest bi dermankirinê kiriye û me xwe gîhandê wiha ye: 3 kesên 10 salî, sê kesên navbera 12-15 salî, 27 kesên navbera 16-29, 14 kesên navbera 30-40 salî û 11 kesên di ser temenê 40’î de ne. Ji van 50 kes mêr û 5 jî jin in.   Li ber dibistanan tê firotin   Her wiha cihên ku herî zêde hişbir lê tê bikaranîn ber dibistanan û avahiyên TOKÎ ne.    Dermankirin di navbera 6 meh û 3 salan de diguhere   Rayedarên Navenda Dermankirin û Perwerdehiyê ya Alkol û Hişbirê (AMATEM)  ku me xwe gîhandê da zanîn ku yên serlêdanê dikin li ser lingan dermankirina wan tên kirin. Di vê kirariyê de paqijkirina xwînê jî tê kirin lê dermankirinên din nayê kirin. Dermankirin navbera 6 meh û herî zêde salek û 3 salan de tên kirin.   Dermankirin li bajarên din tên kirin   Li Wanê ji ber navendên rehabîlîtasyonê tunene ji 10’an zêdetir nexweş ji bo dermankirinê çûne Ispartayê.   Zarok ji derveyê wan tên dermankirin   Li Wanê bikaranîna hişbirê heta 8 salî ketiye. Doktorên li Navenda Dermankirina Zarokên Hişbirê Bikartînin (ÇEMA-TEM) dixebitin diyar kirin ku nexweşên wan yên zarok tunene. Der barê nexweşên tên dermankirin an jî hişbirê bikar tînin de daneyek teqes tuneye. Sê zarokên ku ji ber rehabîlîtasyon li Wanê tuneye li nexweşxana Bakirkoy a Stenbolê tên dermankirin.   Bi cigareyê dest pê dikin   Li aliyê din jî li dibistanan bikaranîna hişbirê zêde bûye. Li ber dibistanan ji ber nebûna ewlehiyê  bikaranîna hişbirê jî zêde bûye, firotin zêde bûye. Tê diyarkirin ku bikaranîna hişbirê ewil bi cigareyê dest pê dike.    Yên hişbirê difroşin jî tên berdan   Li gorî îdiayan kesên ji bo firotina hişbirê diçin ber dibistanan, hişbirê dikin nav cigareyê û difroşin. Tê destnîşan kirin ku kesên hişbirê difroşin û bikar tînin tên binçavkirin û piştre tên berdan.