‘Êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in’ 2024-10-30 14:57:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên civaka sivîl ên li bajarê Hesekê diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û navendên jiyanî, sûcên şer in.   Rêxistinên civaka sivîl ên bajarê Hesekê têkildarî êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.   Daxuyanî li taxa Tel Hecerê ya bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî hate xwendin.   Daxuyaniyê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê û armanckirina navendên jiyanî yên ku xizmetê ji welatiyan re pêşkêş dikin, bi tundî şermezar kirin.   Di daxuyaniyê hate gotin ku ev êriş binpêkirineke aşkera ya zagonên mirovî yên navnetewî ye û li dijî ewlehî û aramiya herêmê ye: “Êrişên berdewam ên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer in.”   Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrişên li dijî sivîlan, binesaziyê û saziyên jiyanî û rêzgirtina yasayên mirovî yên navneteweyî hat kirin.   Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê hat kirin ku ji bo parastina sivîlan û mafên wan ên bingehîn demildest tedbîran bigirin. Her wiha bang li Koalîsyona Navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hate kirin ku qada hewayî li pêşiya balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta dagirker bigirin û helwesta xwe ya li hember kiryarên ku têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê lawaz dikin, nîşand bidin.