Enternasyonalîstan ji bo meşa 16'ê Mijdarê bang kirin 2024-10-30 11:22:04       NAVENDA NÛÇEYAN - Ji komuna enternasyonalîstan, însîyatif û saziyan banga tevlêbûna meşa 16’ê Mijdarê ku dê li Kolnê bê lidarxistin. Enternasyonalîstan her wiha ji Elmanyayê daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê kir.   Kurdistaniyên li Ewropayên û dostên wan xwe ji bo meşa Kolnê amade dikin. Enternasyonalîstên ku dê beşdarî mîtîngê bin, bal kişandin ser giringiya lidarxistina mîtînga li navenda Elmanyayê û diyar kirin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo wan hêvî ye.    Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku di sala xwe ya duyemîn de didome, di 16’ê Mijdarê wê li Kolnê meşek bê lidarxistin. Ji gelek aliyan bangên tevlêbûna meşa ji bo Azadiya Rêber Apo û dawîlêanîna bêhiqûqî, êşkence û tecrîda 26 salane tên.    14 komunên enternasyonalîstan, înîsiyatîf û saziyan jî banga tevlêbûna meşa navendî ya ku dê Kolnê bê lidarxistin hat kirin. Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin ku tevî terora dewleta Tirk, PKKê têkoşîna xwe mezintir kir û hate gotin: “Piştî serketina li dijî DAÎŞ’ê ya Kobanê navendî, pergala Rojava ji bo têkoşînan demokrasiya radîkal, ekolojîk û femînîst bû hêviyek.”    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkiliyên tîcarî yên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de, bûne sebeba biryara qedexeya li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji hêla dewleta Elmanî ve hatî dayîn.    Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her çiqas ev 26 sal e Abdullah Ocalan di hucreyê de bê girtin jî bi xebatên xwe yên ‘Manîsfestoya Şaristaniya Demokratîk’ û ‘Civaknasiya Azadiyê’ bandoreke mayînde hiştiye. Li Elmanyayê di çarçoveyeke sîyasî de nîşandana wêneyê Abdullah Ocaşan wekî sûc tê dîtin. Tevî ku Dîwana Edaletê ya Ewropayê anî ziman ku wê di dawiya 2018’an de PKK bi xeletî daxilî ‘Lîsteya Rêxistinên Terorî ya YE’yê kiriye jî Elmanya naxwaze têkiliyên wê yên tîcarî yên di navbera wê û Tirkiyeyê de ku di heman demê de hevalbenda wê ya NATO’yê ye xirab bibin. Tirkiye ji ‘peymana penaberan’ heta niha di pokîtîkayên Ewropayên yên der barê sînoran de roleke navendî dilîze. Ji ber vê yekê di êrîşên Tirkiyeyê yên bi ser Rojavayê de bikaranîna tankên leopard 2 yên Elmanî û li Ewropayê rola mezin a Elmanyayê ya di zilma li dijî aktîvîstên kurd de ne rewşeke seyr e ku. Daxwaza me ev e: Qedexeya li dijî PKK’yê rawestînin! Ji Abdullah Ocalan re azadî!”   Sazî, înîsiyatîf û komunên banga tevlêbûna Meşa Navendî ya Kolnê kirine ev in:   * Internationalistische Jugendkommunen, * Perspektive Kommunismus, * Interventionistische Linke, * Ende Gelände, * Kommunistischer Aufbau, * Migrattack - migrantische Selbstorganisierung, * Women Defend Rojava, * Initiative gegen Krieg und Militarisierung, * Borderless Collective, * Zora, * Gemeinsam Kämpfen, * Widerstandsvernetzung (Swîsre) * Defend Kurdistan.