ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN 2024-10-30 09:00:00     *Endama meclisa şaredariya Artemîtê Guneş Ogmen da zanîn ku hedefa ewil a qeyûman saziyên jinan bû û got wan ji nûve saziyên jinan vekirine. Guneşê got: “Rojên borî de me Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran vekir. Ji bilî perwerde û qadê hobiyê, yekîneya li dijî tundiyê heye. Her wiha atolyeyên bêrik, enstruman, hunera destan û sporê heye.” DÎMEN HEYE    *Parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û da zanîn ku Tirkiye her carê hincetan diafirîne û van êrişan pêk tîne. Burcugulê wiha dirêjî dayê: “Ev êriş ji erdnîgariya Kurdistanê serbixwe nîne. Sedema van êrişan têkbirine.” BI DÎMEN    *Hevseroka SES a Semsurê Rengîn Kilinç da zanîn ku piştî erdhejê profîla nexweşan guheriye û di pêvajoyên pêş de ji ber qirêjiya avhewayê nexweşiyên cuda derketine holê. BI DÎMEN