Kongra Star: Êriş rê li koçberiyê vedike 2024-10-29 14:29:40       NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li dijî êrişên dewleta tirk banga piştevaniyê kir û got:"Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşên domdar helwesta xwe raber bikin. Pêwîste weke pêkhateyên li herêmê em piştgiriyê bidin hêzên xwe yê parastinê."   Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo li ber depoyên genim a hatî bombekirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxiyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Aboriya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulîstan Mûrad bi zimanê Erebî û Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Îbtîsam El Huseyin bi zimanê Kurdî hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji dema destpêkê ya avakirina projeya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk hewl dide bi hincetên cuda yên bêbingeh êrîş bike û pêşî li pêşketina vê projeye bigire. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dijminatiya Tirkiyê ya li dijî neteweya Kurd ji dîrokê ve tê zanîn û wiha domand, “Ji projeyên yekîtiya pêkhateyên herêmê ditirse û weke dewleteke nijadperest vê projeyê li hemberî xwe xetere dibîne.   Dewleta Tirk a faşîst raste rast sivîlên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire. Di encama van êrîşan de hejmarek ji jin û zarok şehîd bûne. Li kêleka hedefgiritina sivîlan, hemû binesaziya herêmê hedef girt û di encamê de gelek navendên xizmegzariyê û jiyanê ji xizmetê derket. Di heman demê de ev bombebaran gihişte navendên hêzên ewlekariya Hundirîn, gelek karkerên ku li ser karê xwe bûn jiyana xwe ji dest dan û hin ji wan jî birîndar bûne. Li hember vê jî gelê herêmê bi hemû rengê xwe têkoşîn dike ku hemû planên dijmin têk bibin û serketina pirojeya Demokratîk misoger bikin. Bertekên lewaz ên şermezarkirina binpêkirinên Tirkiyê, dibe faktor ku ev êrîş cardin werin dubare kirin. Di serî de jî helwesta dualî ya pîvanên Rûsya li herêmê ye.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîşên herî dawî yên li ser herêmê dibe zemîneke ku herêmê ber bi krîzekê ve bibe û barên aborî li ser hemwelatiyan çêbike. Dê ev bi xwe re rewş û pêleke koçberiyê di vê pêvajoyê de bîne. Em wekî komîteya aborî ya Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van binpêkirinan şermezar dikin. Divê civakên navneteweyî bi erka xwe rabin û helwesta xwe rabere bikin. Dewleta Tirk hemû mafê mirovahî binpêdike, sûcê şer pêk tîne.    Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku helwesteke eşkere li dijî van êrîşan raber bikin. Dîsa ji bo têkbirina armanca van êrîşan em bang li hemû pêkhateyên herêmê û bi taybetî jî bang li jinan dikin ku li dora hêzên me yên leşkerî kom bibin. Di heman demê de em bibin yek dest li dora projeya demokratîk a Rêveberiya xweser.”