ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-28 09:00:00     *Berdevka TJA’yê ya Êlihê Havva Can têkildarî polîtîkayên şerê taybet, tundiya li jinan tê kirin û qetilkirina jinan banga têkoşîna hevpar a jinan kir û got:” Li dij şerê taybet, li dijî qetilkirina jinan, tundiya li ser jinan tê kirin çi hewce bike em ê bikin. Divê em pêşeroja zarok û civaka xwe biparêzin. Divê em li qadan bin û li dijî şerê taybet dengê xwe bi awayekî xurt derxin.” DÎMEN HEYE    * Endama Meclîsa DEM Partiyê Hebûn Aslan der barê cînayetên jinan yên demên dawî de zêde bûne axivî û got: “Her qêrînek jinê, her seknek xurt û rêxistinbûn û hişmendiya jinê wê pêşî li qetilkirina jinan bigire.” DÎMEN HEYE   *Seroka Şaxa Hejmar 5 a Genel Îşê Nebîle Çetîn Irmak da zanîn ku betaliya jinan ji sedî 37 e û got ji bo peymana ILO ya Hejmar 190 bê îmzekirin têdikoşin û divê demildest  peymanên navneteweyî bên îmzekirin. DÎMEN HEYE   * JINHA’yê ku bi dengê jinan zimanê çapemeniyê guhert, tevî hat girtin têkoşîna jinan da meşandin. Nûçegîhaniya jinê îro hîna bi biryar didome.