ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-26 09:00:00     * Endamên SES’ê derbarê ‘Çeteyê yenîdogan' de ku pitikan qetil kirine de nirxandin kirin û diyar kir ku ev encama polîtîkaya ‘veguhestina tenduristiyê’ ye û got divê bêyî karê divê xizmetên tenduristiyê bên pêşxistin. BI DÎMEN    * Endama Federasyona Femînîstên Ciwan Îdîl Başoglu der barê destdirêjiya li zanîngehan û zextên li yurdên KYK’ê yên li ser xwendekarên jin de axivî û da zanîn ku zextên li zanîngeh û wargehan ji ber polîtîkayên AKP’ê pêk tên. Îdîlê banga mezinkirina têkoşînê li hemû jinan kir. BI DÎMEN    * Parlamentera EMEP’ê Sevda Karaca der barê nîqaşên pêvajoyê de axivî û got: “Rêveberiyeke yek mêrî ya li derve û hundir xitimiye heye. Li aliyekî hewl dide fona piştgiriya sanayiya parastinê pêk bîne û aliyê din jî aştiyê diaxive. Ev nakokiyek mezin e.” BI DÎMEN   * Hevala Evîn Demîrtaş a ku di 22’yê Cotmehê de ji aliyê Abdullah Şeyhmusoglu ve hat qetilkirin Nerîman Bakir, li ser gora Evînê  axivî û diyar kir ku Abdullah her du hevjinên xwe qetil kiriye û got: "Divê em jin xwedî li hev derkevin."  BI DÎMEN