Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin 2024-10-24 14:59:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got, "Li ku derê Kurdek hebe dewleta Tirk dijminahiyê lê dike."   Yekîtiya Rexistinên Kurd ên Civakî ya Navneteweyî têkildarî binçavkirina hemwelatiyên Kurd ên Rûsyayê ya ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyeke nivîskî da û ev kiryara dewleta Tirk a derqanûnî şermezar kir.   Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:    "Em weke hemwelatîyên Rûsya û Sovyêta Berê, ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn em ji welatê xwe Kurdistanê dûr ketin, sed sal zêdetir e jî hemwelatiyê Sovyetê ne û niha jî li Rûsya, Kazakîstan, Qirgizistan, Ermenistan, Gurcistan û Tirkmenîstanê dijîn. Li welatên ku em lê dijîn, tu pirsgirêkên me yên qanûnî û sîyasî tune ne. Karên me bi taybetî ziman, çand û huner e û em karên xwe bi awayekî azad û qanûnî dimeşînin. Hemû saziyên me jî fermî ne. Li ku derê Kurdek hebe dewleta Tirk jê re dijminahiyê dike, wan dike hedef û krimînalîze dike.   Îsal bi sedemên pûç û vala gelek Kurdên hemwelatiyên Rûsyayê ku weke turîst an jî ji bo seredana xizmên xwe hatine  Bakurê Kurdistanê hatine girtin. Îsal jî 3 kes hatin binçavkirin ku yek jê jin e. Herî dawiyê jî  hunermendê Kurd ê bi navê Barî Yûsobov li Tirkiyeyê  hate binçavkirin û weke sazûmankarê KCK’ê hate binavkirin. Em diyar dikin ku tu pêwendîya wî bi KCK’ê re tune ye û di heman demê de tu pêwendiya  KCK’ê  bi hemwelatiyên Rûsyayê re tune ye. Ev yek bi armanca tirsandin û dîlgirtinê tên kirin.   Em bang li hemû gelê xwe yê li Rûsyayê û Sovyeta Berê dikin ku neçin Tirkiyeyê. Em weke sazîyeke Kurd vê bêhiqûqiya dewleta Tirk şermezar dikin."