Li Iraqê di 6 mehan de destdirêjî li 327 jinan hatiye kirin 2024-10-23 13:36:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên fermî, di nav 6 mehên dawî de, li Iraqê 327 jin rûbirûyî destdirêjiya zayendî hatine.   Li gorî raporek beşa bûyerên zayendî ya li nexweşxaneyên parêzgehên Iraqê, di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de, destdirêjiya zayendî li 421 kesan hatiye kirin.   Heman raporê de tê gotin ku ji vê hejmarê 327 jê jin û 94 jî mêr in.    Li gorî heman raporê, bi awayek giştî tîmên pispor ji ber rewşa taybet, bi kesên destdirêjî lê hatine kirin re, eleqeder dibin.   Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) jî derbarê rewşa jinan giştî û jinên li Herêma Kurdistanê ji tundiyê rizgar bûne, raporek belav kir.   Li gorî raporê jinên ji tundiya malbatê rizgarbûne, di rewşek tirsnak de dijîn, herwiha jinê gilî dikin jî, piştî giliyê xwe ji aliyekê ve bi gefa tolhildanê re rûbirû dimînin.   Di dewama raporê de tê gotin; “Li gorî daneyên Wezareta Karê Hindir ya Iraqê, nêzî 14 hezar gilî di çar mehên ewil yên îsal de, li Herêma Kurdistan û Iraqê hatine tomarkirin. Piraniya van giliyan jî ji aliyê jinan ve hatine kirin, jivê jî tenê tometbarên nêzî 100 dosyayan hatine cezakirin. Li beramberî vê jî nêzî 3 hezar kes ku tometbar bûn, bi kefalet hatine berdan. Herwiha nêzî 4 hezar û 500 dosya jî, bi rêya lihevhatina eşîrtiyê hatine çareserkirin.”