‘Wezareta Jinê di alî pêşîgirtina tundiya li ser jinê de girîng e’ 2024-10-23 09:03:18     Neslîhan Kardaş    WAN - Parlamentera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz derbarê girîngiya Wezareta Jinê de axivî û got: “Wezareta Jinê, di alî pêşîgirtina tundiya li ser jinê, xurtkirina aborî û civakî ya jinê û wekheviya zayenda civakî de girîng e. Di alî afirandina polîtîkayan de cihekî girîng digire.”   Wezaeta jinan di 2011’an de  tevî hemû bertekên jinan û komkirina sê hezar îmzeyê hat girtin. Li şûna wê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hat avakirin. Wezareta Jinan ji bo jinan girîng bû û di 13 salan de tundî, qetilkirin û destdirêjiya li hember jinan bi rakirina qanûn û peymanên wek Peymana Stenbolê derket asta herî jor.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê Sumeyye Boz derbarê mijarê de nirxandin kir.   ‘Mafê jinan li plana dawî hat hiştin’   Sumeyyeyê diyar kir ku piştî gotinên Serokwezîrê demî Tayyî Erdogan jin tenê di malbatê de hatiye dîtin û di mafê jinan de şûndeketinek hatiye jiyîn. Sumeyyeyê wiha got: “Vê zîhniyetê jin hepsê malbatê kir û ji zêdebûna tundiyê re zemîn ava kir. Malbat û dayikbûn hat pîrozkirin û jinên nezewicandî û dayikên ne zewicandî hedef girtin, biçûk xistin û hebûna wan tenê di malbatê de dîtin.”   ‘Her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin’   Sumeyyeyê wiha anî ziman: “Li welat her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin. Ev jî rewşê nîşan dide. Mekanîzmayên dewletê jinan naparêzin. Ji Peymana Stenbolê vekişiyan û tundî rewa kirin. Di 2021’ê de ji 300’î zêde jin hatin qetilkirin. Di meha îlonê de 34 jin jia liyê mêran ve hatin qetilkirn. 20 mirinên bi guman yên jinan hatin jiyîn. Bêguman hejmar hîn zêdetire. Ji van jinan piraniya wan berê daxwaza parastinê kiribûn. Alîkarî xwestibûn. Lê mixabin tedbîr nehatin girtin qanûna 6284 pêk nehat.”   ‘Divê demildest dest ji van polîtîkayan berdin’   Sumeyyeyê di berdewamiyê de got ewlehiya canê jinan tuneye û dewlet tenê van qetilkirinan temaşe dike, di bin navê parastin amalbatê de jinan mahkumê tundiyê dike. Sumeyyeyê wiha domand: “Divê demildest dest ji van polîtîkayan berdin. Wezareta jinan hat rakirin û li şûnê wezareta malbatê hat avakirin. Jin wek kes nehatin dîtin di malbatê de hatin mahkumkirin. Ev polîtîka li dijî azadiya jinê êrişe. Ev ne tenê mijara girtina wezaretekê ye. Ev hewldana ku jinan di malbatê de sînor bike ye. Jinê tenê wek hevjîn, wek dayik dibînin. Di van rolan de mahkum dikin. Bi têkoşîna hevpar a tevgera jinên kurd û femînîst wê maf bên destxistin.”   ‘Piştî Peymana Stenbolê zext û êriş zêde bûn’   Sumeyyeyê di berdewamiyê de balkişand ser Peymana Stenbolê û wiha got: “AKP Peymana Stenbolê îmze kir û heman salê wezareta jinê girt.  Fehskirina Peymanê jî dûrûtî derxist asta herî jor. Ger armanca wan parastina jinê bûna wê ji Peymanê derneketibana. Ji roja ji Peymanê derketin qetilkirina jinan zêde bû, tundiya li ser jinan zêde bû. Gotinên dewletê ku tundiyê normal dikin jî parçeyek van polîtîkayane. Desthilatdarî jinên ku tundiyê dibînin jî sûcdar dike. Wezîrek derdikeve dibêje ‘li gorî fitratê divê jin di mala xwe de rune’. Ev jî encama feraseta serdest ya mêr ku jinan ji jiyanê dûr dixe ye. Ger bi rastî derdê vê dewetê parastina jinan bûya îro wê Narîn Guran, Rojîn Kabaîş bijiyana. Wê jin û zarokên din yên hatin qetilkirin bijiyana. Em her sibeh bi nûçeyên jin an jî zarokên winda bûne şiyar dibin. Demên dawî de tundî û qetilkirina jin û zarokan zêde bûye. Dewlet ji bo pêşî li vê hovîtiyê bigire tu tiştekî nake. Pir aşkera li holê ye ku ev qirkirina jinê ye.    ‘Wezareta jinê di pêşîgirtina tundiyê de xwedî cihekî girîng e’   Sumeyyeyê her wiha girîngiya wezareta jinê jî nirxand û wiha domand: “Jin hem ji aliyê mêran ve, hem ji aliyê dewletê ve tundiyê dibînin. Wezareta jinê di alî parastina mafê jinan de di alî wekheviya zayenda civakî de xwedî roleke krîtîke. AKP’ê ev wezaret girt û tenê jin di rolên malbatê de sînor kir û nêzîkatiyeke serdest ya muhafazakar nîşanda. Wezareta jinê, di alî pêşîgirtina tundiya li ser jinê, xurtkirina aborî û civakî ya jinê û wekheviya zayenda civakî de girîng e. Di alî afirandina polîtîkayan de cihekî girîng digire.”   ‘Divê 6284 û Peymana Stenbolê bi bandor bikeve jiyanê’   Sumeyyeyê dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji bo parastina mafê jinan, pêkanîna wekheviya zayenda civakî divê Wezareta Jinê ji nû ve bê rojevê. AKP bi helwesta di polîtîkayên jinan de, ji bo avakirina wezareta jinê têr nake. Divê Qanûna 6284 û Peymana Stenbolê bi awayekî bandor bikeve jiyanê. Divê ev ne tenê li ser kaxizan bi bandor ji bo pêşîgirtina tundiya li hember jinan pêk bê. Divê polîtîkayên wekheviyê bên afirandin.”