Rizgarbûna Reqayê hat pîrozkirin 2024-10-20 20:13:45     NAVENDA NÛÇEYAN - 7’emîn salavgera rizgarbûna Reqayê ya ji DAIŞ’ê hat pîrozkirin.   Meclisa Rêveber a kantona Reqayê bi wesîleya 7’emîn rizgarkirina Reqayê ya ji destê DAIŞ’ê şahiyek lidarxist.   Ji Hevseroka Meclîsa Gelan a  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sîham Qeryo û hevserokên Meclisa Rêveber Hisên Osman û Evîn Siwêd û cîgirê wan Gebraîl Şamûn beşdar bûn.Her wiha fermandarên QSDʹê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên êl û eşîran, nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, kombûn û tevgerên jinan û Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.   Şahî bi stran û şanoya ji aliyê koma Navenda Çandê Leyalî El Işrîn, Koma Palmêra, koma Hêlîn Cûdî ya stranan û stranên Erebî û Kurdî bidawî bû.