ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-20 09:00:00     * Parêzer Gozde Engîn balkişand ser zêdebûna tundî û qetilkirina jinan û da zanîn ku li gorî herêman gumabar jî rêbaz jî diguherin û divê li dijî tundiyê têkoşîna rêxistinkirî bê meşandin. BI DÎMEN    * piştî erdhejê Nexweşxaneya Zarok û Welidînê ya Semsûrê xesar dît û nexweşxane birin korîdoreke Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê. Di nava dema derbas bû de nexweşxane ne hat tamîrkirin ne jî ya nû hat vekirin. BI DÎMEN    *Jinan bertek nîşanê mirina biguman a Rojîn Kabaîş ku wek întîxar tê nîşandan, dan û diyarkirin ku di windabûna Rojînê de îhmala dewletê heye û derbarê pêvajoyê de xebatek bi bandor nehatiye meşandin. BI DÎMEN