Li girtiya nexweş 'Olurum Turkiyem' didin guhdarkirin 2024-10-17 09:02:19       Rabîa Onver    WAN - Parlametnera DEM Partiyê Oznur Bartin diyar kir ku di cihên cuda yên bedena girtiya nexweş Rojda Tokçu ya li girtîgeha Tîpa T ya Ereglî ya Konyayê girtiye, birînên kûr çêbûne û wiha got: “Personelan bi hev re strana ‘Ez bimrim Tirkiye’ gotine û hewl dane Rojdayê provake bikin. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Divê wezareta dadê li dijî vê bêdengiya xwe xera bike.”   Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin giran dibin. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin jî bandor li ser hemû girtîgehan kiriye û binpêkirinên mafan roj bi roj giran dibin. Girtiyên nexweş ji ber şert û mercên xerab yên girtîgehan bi bandor dibin. Girtî ji mafê dermankirinê bêpar tên hiştin. Yek ji van girtiyên nexwe jî Rojda Tokçuya li girtîha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê dimîne ye. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin, der barê rewşa Rojday Tokçu de nirxandin kir.   ‘Divê demildest bê dermankirin’   Oznurê da zanîn ku Rojda 8 sale girtiye û di bedena wê de birînên kur vebûne û wiha got: “Girtiyek jin ligel Rojdayê di heman qawişê de diman. Lê wê neqlê girtîgehek din bê kirin. Piştî ew here wê Rojda tenê bimîne. Rojda 8 sale girtiye. Nikare tenê li xwe binêre. Divê yek ligel wê be. Tenêhiştina wê rîsk e.”   ‘Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin’   Oznurê diyar kir ku li girtîgehan bi sedan girtiyên siyasî hene û wiha pê de çû: “Rewşa girtiyên nexweş qet nebaşe.  Girtiyên nexweşên pençeşêrê yên di asta çaremîn de hîna girtî ne. Peymanên navneteweyî, mafên destûra bingehîn, hiqûq û edalet tê binpêkirin. Nexweşan terkî mirinê dikin. Li girtîgeha ku Rojda lê ye jî pêkanînên kêfî û îdeolojîk hene. Bi taybet di dema lêpirsînên dîsîplînê de nahêlin parastin bên kirin. Her wiha xebatkarên girtîgehê bi komî strana ‘ez bimrim Tirkiye’ dibêjin û hewl dane Rojdayê provake bikin. Ev rewş ewlehiya can tehdîd dikin. Rojda 10 mehe li vê girtîgehê pisgirêkên giran dijî.”   ‘Rojda nayê dermankirin’   Oznurê wiha dirêjî dayê:  “Dermankirina wê bi rêk û pêk nayê kirin. Sewqê nexweşxaneyê nayê kirin. Hatiye destnîşan kirin ku ger hevala ligel wê biçe wê tenê di hucrê de bimîne. Gelek caran hat xwestin ku sewqê girtîgha Kandira an jî Gebzeyê bê kirin. Lê hat redkirin. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Girtiyê neweş nayên dermankirin nayên tahliyekirin. Divê ji bo girtiyan kar û barên qanûnî yên pêwist demildest bên destpêkirin.”   Oznurê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê demek nêz de biçe serdana Rojdaye û heman demê de wê rewşa Rojdayê bir meclîsê û pêşnûme da serokatiya meclîsê.