Şahida 10’ê Cotmehê komkujiya garê vegot 2024-10-10 09:03:41     Melek Avci   ENQERE - Komkujiya Garê ket 9 saliya xwe. Elîf Ozdemîr a wê rojê li qadê bû û birîndar bû, daxwaza aştiyê ji nû ve dubare kir û got: “Ez bi fikar bûm lê wê rojê çûm. Ji ber ku divê tu tenê aştiyê nefikirî divê ku tu pêk bînî. Ger mirov bawer bikin divê mirov li alî aştiyê bin.”   Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê ‘Mîtinga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ a bi dirûşmeya "Li dijî şer niha aştî" hat lidarxistin. Di encama êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. 20 jê zarok 391 kes birîndar bûn. Komkjiyê 9 salên xwe tije kir. Lê yek peywirdarekî cemaweriyê nehat darizandin û di runştina 1’ê Tîrmehê ya dozê de  ji bo gumanbaran "ji sûcê li dijî mirovahiyê" biryara beratê hat dayîn. Elîf Ozdemîr ku wê rojê bi keça xwe re hatibû qadê û gelek hevalên wê hatin qetilkirin, 9 sal şûnde jî daxwaza aştiyê dubare dike.   ‘Li seranserê Tirkiyeyê daxwaza aştiyê hebû’   Elîfê da zanîn ku wê rojê ji bo aşatiyê hatibûn gel hev û ne tenê 10’ê cotmehê her tim daxwaza wan ya aştiyê hebû. Elîfê wiha got: “Civak ji darbeya sala 1980’yî heta niha ber bi kaosê ve diçe. Hemû gel anîn hember hev. Kurd,Tirk, Çerkez, Laz anîn hember hev. Dewletê polîtîkaya parçebûnê meşand. Ji ber vê hewcedariya me gelan bi aştiyê hebû. Li seranserê Tirkiyeyê daxwaza aştiyê hebû.”   ‘Ez bi fikar bûm lê çûm’   Elîfê tiştên wê rojê hatin jiyîn wiha vegot: “Bi salan e tevli mîtîngan dibim. Cara ewil nokteyên polîsan tune bûn. Polîs kêm bûn. Min ji keça xwe re jî got polîs kêm in. Ji ber ewlehiyê divê polîsan barîkat ava bikira. Qet lêgerîn çênebû. Em wisa bi rehetî ketin hundir. Hawirek pir xweş hebû. Dema kortej dihatin avakirin bombe teqiyan.  Di dilê min de tiştek hebû. Min tiştek wisa dipa. Desthilatdariyê ji bo hêza xwe bilind bike li Pirsûsê komkujî pek anî. Fikarên min ji bo çûyînê hebûn lê ez çûm. Ji ber ku divê mirov ji aştiyê ne bi fkar be.”   ‘Komkujî bi destê dewletê hat kirin’   Elîfê destnîşan kir ku komkujî bi destê dewletê hatiye kirin û wiha dirêjî dayê: “Gelek delîl hebûn. Lê dadgehê ev nenirxandin. Li wir bombe teqiyan. Mirov hatin qetilkirin, em birîndar bûn. Lê polîs tune bûn. Du bombe li ser hev teqiyan.  Bi fikara ku wê ya sêyemîn biteqe her kes qêriya. Lê polîsan dizanibûn ku piştî bombeya duyemîn wekê din tune ye. Dadgehan got ‘sûcê li dijî mirovahiyê tune ye’ û dosya girtin. Me şerekî cîranan nejiya. Ev ne dozek şexsî bû. Ev ne husumet bû. Ev tiştekî ku rêxistinekê plan kiribû. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tiştekî ji heman zîhniyetê tê heye. Desthilatdarî talîmatan dide dadgeh pêk tîne.”   ‘Dadgehê got hûn temaşevananin lê em kirdeya wê ne’   Elîfê diyar kir ku tişta di dadgehên 10’ê cotmehê de dîtiye, ev e ku dadgehê ji wan re gotiye "temaşevan". Elîfê di vê mijarê de wiha anî ziman: “ Min ji dadger re got ez li vir bi tesadufî îfadeyê didim. Lê hûn dibêjin ku hûn temaşevanin. Min got em ne temaşevan, em kirdeya vê ne.  Min got hûn nikarin min û mirovên wir tune bihesibînin û darizandinê bidomînin. Li holê sûcek heye. Li ber çavê hemû kesî ev sûc hat kirin. 104 kes mirin. Bi sedan kes birîndar bûn.”   ‘Divê em li alî aştiyê bin’   Elîfê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew hîna jî dema ji ber qada Garê derbas dibe zehmetiyan dikşîne û wiha dawî lê anî: “9 sal derbas bibe jî her tişt sankî duh pêk hatiye. Heta ev pergal neguhere, ev desthilatdariya faşîst neçe, wê ev komkujî bidomin. Komkujiya 10’ê cotmehê komkujiya civakiye, sûcê mirovahiye.  Tevî her tiştî divê em ligel hev bin. Divê em li alî aştiyê bin û bi hev re bimeşin.”