Rojnamevan Serunaz Ehmed dawî li greva xwe anî 2024-10-08 12:09:39       NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Serunaz Ehmed ku di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nedihat dayîn dest bi grevê kiribû. Serunaz bi çalakiya xwe karî gav bi rayedaran bide paşde avêtin.   Girtiya siyasî ya nexweş Rojnamevan û Çalakvana Mafê Zarokan Serunaz Ehmed ya li Girtîgeha Evîn a li Tehran ya Îranê tê girtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nedihat dayîn, 34 rojbûn di grevê debû.   Dayika Serunaz Sudabe Bîlalî derbarê rewşa keça xwe de agahî parve kir. Li gorî Sudabe Bîlalî keça wê Serunaz dawî li çalakiya xwe grevê aniye û ji aliyê rayedarên girtîgehê ve destûra dermankirinê hatiye dayîn. Hate gotin ku Serunaz dest bi xwarina dermanên xwe kiriye.   Hêjayî gotinêye ku Wergervan, Çalakvana Mafê Zarokan û Rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin. Berê de jî bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî’ ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.