Nagîhan Akarsel li Londonê hate bîranîn 2024-10-07 08:34:23       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navenda Civaka Kurd a Londonê ji ber salvegera 2'yemîn a qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.   Li Navenda Civaka Kurd a Londonê ji ber salvegera 2'yemîn a qetilkirina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Bîranîna ku Înîsiyatîfa Jinê ya Başûrê Kurdistanê li dar xist, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' hate qîrîn û ji bo pirtûkên Nagîhan Akarsel standek hate danîn.   Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî beşdarî panelê bû.   Necîbe Qeredaxî qala cihê Nagîhan Akarsel a li nava têkoşîna azadiya jinê kir û anî ziman ku Nagîhan felsefe, çand û dîrokek e. Necîbe Qeredaxî bi bîr xist ku Nagîhan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qetilkirin û Tevgera Jinên Kurd wê tu carî Nagîhan ji bîr neke.   Çalakiya bîranînê bi xwendina helbestan bi dawî bû.