'Bi hedefgirtina Nagîhanê xwestin Jineolojiyê tune bikin' 2024-10-05 08:59:56     HELEB - Li Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya li bajarê Helebê ji bo rojnmager û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de hat gotin:"Bi hedefgirtina Nagîhanê xwestin Jineolojiyê tune bikin."   Li Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya li bajarê Helebê ji bo rojnmager û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bernameya bibîranînê hat lidarxistin. Çalakî li Mala Xwendinê ya ku bi navê Pakrewan Nagihan hatiye vekirin hat organîzekirin. Piştî deqeyek rêzgirtin find hatin vêxistin her wiha li ser jiyana pakrewan Nagîhan sînevizyon hat temaşekirin û kesên ku li ber destê nemir Nagîhan Akarsal perwerde dîtibûn axaftin kirin.   'Kameraya wê çeka wê bû'    Nisrîn Mihemed a ku ji pakrewan Nagîhan li Efrînê perwerde dîtibû wiha got:"Pakrewan Nagîhan15 rojan li bajarê Efrînê perwerde dida me. Tevî ku 15 roj bûn lê em ji waneyên wê têr nedibûn, her wiha di hundir waneyê de her yek radibû axaftin dikir an nêrîn dida. Heval Nagîhan her kamareya xwe dida şuxilandin, dixwest hemû kêliyan belge bike. Kameraya wê çeka wê bû."   'Bi hedefgirtina Nagîhanê xwestin Jineolojiyê tune bikin'   Ji Rêveberiya Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Helebê Ferîde Muse axaftina xwe ji ajansa me re derbarê salvegera duyem a şehadeta Nagîhanê de kir û wiha got:"Îro di salvegera duyem a şehadeta pakrewan Nagîhan de em wê bi bîr tînin. Hikumeta ku destê wan di hedefgirtina pakrewan Nagîhan de hene armanc dikirin ku di şexsê Nagîhanê de zanista Jineolojiyê ji holê rakin û jinên ku xwedî li azadiya xwe di rêka vê zanistê de derdikevin wan qir bikin û pêşî li têkoşîna wan bigrin."   Li pey şopa Nagîhan in   Di dawiyê de Ferîde got em ê weke xebatkarên navenda Jineolojiyê karê ku pakrewan Nagîhan daye destpêkirin temam bikin û em bi carekê dest ji vê têkoşînê bernadin.