Şewata li Şirnexê hat vemirandin 2025-08-03 17:31:07   ŞIRNEX-Şewata li  bajaroka Gundikê Melê destpê kir û li qada Helîza Sewû belav bû hat vemirandin. Şewata li nêzî Qerekola Cendermeyan a Mîllî ya bajaroka Gundikê Mele ya girêdayê Şirnexê destpê kir û li qada Helîza Sewû belav bû, hat vemirandin. Ekîbên îtfayê ya şaredariya Gundikê Melê û ekîbên îdareya taybet a bajar ji hewa û bejahî mudaxale kirin. Xebatên sarkirinê didomin.