Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn 2025-07-05 13:05:01     ŞIRNEX - Di şewata ku duh danê nîvro li Çiyayê Gabarê derket de bi hezaran dar şewitîn. Şewat piştî 11 saetan hate kontrolkirin.   Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ku texrîbata ekolojîk û talana xwezayê lê didome, duh di danê nîvrokî de li qada daristanê şewat derket. Şewata ku li qada bi hinceta “ewlehiyê” hatiye qedexekirin derket, bi bandora bayê belav bû.   Ji bo midxileya şewatê ji bajarên hawirdor komên midaxliyê hatin şandi. Komên Miduriyeta Daristanê yên Mêrdîn, Amed û Rihayê ji bo midexileyê çûn piştevaniyê. Şewat piştî 11 saetan hate kontrolkirin.    Ji ber şewatê bi hezaran dar şewitîn û gelek zindî mirin.