Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve (5)

  • 09:06 2 Tebax 2024
  • Dosya
 
Ji fermanê rizgar bû ji bo xweparastinê têdikoşe 
 
Rojîn Hebabî
 
ŞENGAL - Endama Meclîsa Gundê Dugurê Şêrîn Şengalî, şahidiya fermanê kir û 2 zarokên wê vê demê jiyana xwe ji dest dan. Şêrîn di têkoşîna azadiyê de bi bîryar bû û got: "Pêwistiya min bi alîkariyê hebû û ez çûm nava hêzên leşkerî û min perwerda leşkerî dît. Piştre jî di nava meclîsa gund de min dest bi kar û xebatê kir."
 
Di ser komkujiya êzidiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an pêk hat de, 10 sal derbas bûn. Komkujiya ku piştî pêşmerge di encama êrişên DAIŞ’ê de vekişiyan, dest pê kir. Piraniya wan li Şengalê bi giştî nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin, nêzî 10 hezar kes jî dîl hatin girtin. Heta îro jî aqûbeta gelek jin û zarokên êzidiyan nayê zanîn. Gelek jin û zarokên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn an jî ji mirinê rizgarbûn, li hember wahşetê derûniya wan têk çûye. Vê demê gelek çîrokên jinan a ku bandorê li tevahiya cîhanê kir derketin holê. 
 
Yek ji wan çîrokan çîroka endama Meclisa Gundê Dugurê Şêrîn Şengalî ye. Di 10’emîn salvegera Şengalê de me xwest em serpêhatiyên Şêrîn bi rêya ajansa xwe JINNEWS’ê bînin ziman. 
 
Şêrîn a ku keça wê dema ku alîkariya wê nan çêdikir di kampên başûr de, kehrebe digre û jiyana xwe ji dest dide. Ferman û koçberî jî bu sedem ku kurê Şêrinê dawî li jiyana xwe bîne. Di encama fermanê de 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. 
 
 ‘Ji bo zarokên xwe veşêrin em cih digeriyan’ 
 
Şêrîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kêliyên despêkê û çûyîna xwe ya Rojava û got: “Ji me re hat gotin ku DAIŞ jinan dibin û zilaman jî dikujin. Lê belê em nereviyan heta roja cejnê. Wê şevê xew  bi çavê min û bavê zarokên min neket. Em ji tirsa li cihan digeriyan da ku zarokê xwe veşêrin. Seat 4’ê sibehê bû em ji mal derketin û reviyan. Em hinekî li dûrî gund ketin. Erebeyeke me hebû pir biçûk bû, tenê zarokên min ên astengdar û du zarokên din diketin hindirê erebê. Kurê birayê min  wê demê zarok birin, piştre bihata me bibira. Piştre yekî ereb derket li pêşiya me û got ‘Ez ê malbata xwe bibim sînorê rojava û bêm we xilas bikim. Cihê ku hûn dixwazin ez ê we bibim wir’.  Me jêre got em ê biçin Beedrê. Em pênc malbat bûn ketin erebeya wî û em çûn. Lê belê di rê de mayîn li pêş me teqiya em vegeriyan. Hevalek ji me re got ez rê dizanim ez ê we bibim Sûrî. Wî hevalî rêbertî ji me re kir. Em çûn Beedrê rojekê man û dîsa reviyan. Ji ber ku xelkê Beedrê jî direviyan. Em çûn Dihokê. Li wir me pir zehmetî dît. Xaniyên me nebûn em ketin xaniyekî ku ne ava kirî. Em sê mehan li Dihokê man û ji wir em çûn Bêlnarê, em du sê salan  li wir man.” 
 
‘Mirina keç û kurê min ez pir êşandim’ 
 
Şêrîn bi êş û hêrs behsa wiha behsa rewşa xwe windakirina zarokên xwe kir: “Rojekê min û keça  xwe nan çêdikir agir bi keça min ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî me xêra keça xwe çêkirî êdî dilê min ji wir reş bû. Em ji wir çûn kerefaneyên Mamereşa, em 10 mehan li wir man. Me li wir jî gelek zehmetî dît. Dema em vegeriyan gundê xwe, kurê min xwe bidarvekir û dawî li jiyana xwe anî. Keça min jî çû kurê min jî çû. Bi sedema fermanê gelek wekî min kur û keçên xwe windakir. Bandorekî mezin a fermanê li ser derûniya zarokan çêbû. Belê dema em vegeriyan û wisa çêbû ez çûm nava hêzên leşkerî, pêwîstiya me bi lîkariyê hebû. Hevala alîkarî dan me. Min 9 mehan di nava hêzên leşkerî de perwerde dit. Piştî perwerdeyê ez hatim û di Meclîsa Gundê Dugurê de min dest bi kar û xebatê kir.”
 
‘Em ê ji bo azadiya Serok Apo têbikoşin’
 
Şêrîn, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez tecrîdê şermezar dikim. Ev 25 sal in serokatî di nav çar dîwara de ye. Ev çend sal in tu agahî ji rewşa serokatiyê nehatiye girtin. Ev jî siyaseteke tê meşandin. Belê em weke civaka êzidî heta ku em Serok Apo fîzîkî azad nekin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha çalakiyan li dar bixin. Em niha di nav kar û xebatan de cih digirin û xwe birêxistin dikin. Yê ku rêya serkeftinê nîşanî me dan û di dema fermanê de em ji çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin û xwîna xwe li ber civaka êzidî de rijandine, ew yê me ne."