Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve (4)

  • 09:06 1 Tebax 2024
  • Dosya
 
Bitin Derwêş: Fermanê zaroka min a 4 mehî ji min girt
 
Zehra Şengalî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin û ji cih û warên xwe bûn. Jinên êzidî li bazaran hatin bazarkirin û berdela herî giran a ferma bi serê civaka êzidî de hat ku wekî fermana 74'an tê pênasekirin jin û zarokan da. Yek ji van zarokan jî zaroka jina êzidî Bitin Derwêş Xilas Derwêş e ku di çarmehiya xwe de li ber çavê dayika xwe ji bê şîrî jiyana xwe ji dest daye.
 
Dema ku zimanê peyvan li hemberî rastî û çîroka dayîkeke êzidî ya ku xwedî civakeke herî kevnar di Rojhilata Navîn de ji dest bide, dema ku stran di şevên tarî de melodiya xwe ya xwediyê dengê herî xweş ji dest bide, wê demê jiyan dikeve ber lêpirsînê. Lê dema ku hin rastî li peyvên vegotina serpêhatiya xwe bigere û nikaribe bibîne wê demê jana mirov xwe dide pala dil û bi salan bi zimanan nakeve. Ji lewra ziman carina lale carina kor e û carina jî wek evîneke dawî lê nayê rastiyan vedibêje.
 
Ji ber ku ew ferman mîna tofaneke giran ji deşta Nînovayê berê xwe dide çiyayê Şengalê û di quntarên wê de asê dimîne, zarokên biçûk ên li ber pêsîra diya xwe dibin bargirê hemû êş û azarên fermana ku bê xeber bi ser wan de hatî. Gelek ji zarokên ku demê hatine dinyayê ji ber bê derfetiyan, an jiyana xwe ji dest dane, yan seqet hatine dinê û yan jî bi tirseke mirinê ya mezin re rû bi rû mane. Di şexsê wan zarokan de çandek, hebûnek, baweriyek û dîrokek dihat birîndarkirin û bi tinebûnê re rû bi rû dima.  
 
Lê civaka êzidî xwedî rastî, çand û baweriyekî wisa ye ku hertim di oxira heqîqeta hebûna xwe de berdêlên giran daye. Serî daye lê sir nedaye. Min jî vê carê berê xwe da wê heqîqeta ku her tim bi êşên giran hatiye vegotin û pala xwe daye dilê dayîkeke êzidî ya di sînga çiyayê Şengalê de dijî.
 
Bitin Derwêş yek ji wan dayîka ye ku di dema fermanê de terka cih û warê xwe nekiriye.
 
'Me bawer nedikir fermaneke wiha bê serê me'  
 
Dayika Bitin bi dilekî şewat qebûl kir ku qala tişta dîtî bike û bi taybet jana windahiya keça xwe ya 4 mehî ku ev deh sal e qet behsa wê nekirî bike. Bitinê  bi van gotinan dest bi kêliyên beriya niha bi deh salan ên fermanê kir; "Em li gundê kolka bûn. Çilê Havînê bû, ew sal havîna Şengalê pir germ bû. Tevî ku em li çiya bûn, dîsa jî gelekî germ bû. Ew sal tiştekî cuda di havînê de hebû.  Lê me tam nedizanî çi ye. Me qet bawer nedikir di wê kele kela havînê de wê fermaneke wisa giran û qet neyê ji bîrkirin bê serê me. Me navê DAIŞ bihîstibû. Her kesî behs dikir û digot rêxistineke wisa li ser navê îslamê derketiye û êrîşî her derê dike. Bi taybet dema DAIŞ Musil dagir kir me navê wê rêxistina hov bihîst."
 
'Min dayê Bitinê bi rêya keça wê nas kir'
 
Herwiha min dayê Bitin bi rêya keça wê ya bi navê Bêrîvan ku yek ji endama meclîsa Serdeştê bû nas kir. Piştî keça wê salekê li meclîsê ma derbasî ragihandina jinê bû. Rojekê me sihbet kir û min jê pirsî hûn di dema fermanê de li kuderê bûn? Sihbeta me dûr û dirêj ajot di wê sihbetê de Bêrîvan got; di dema fermanê de me terka cihê xwe nekir. Em di ciya de bûn. Lê ji ber derfetên jiyanê pir kêm bûn, xuşkekî min ya 4 mehî çêbûbû bê şîr ma welat kir. Bêrîvan jî di dema fermanê de 8 salî bûye. Bêrîvan, di wan kêliyên sihbatê de nedizanî bê ka çiqas behsa êşekî giran ya dayîka wê jiyaye dike. Li ser wê min dema yekem car serdana Bêrîvan kir min dayîka wê dît.  Min dema ku li dayîkê meyze kir min di çavê wê de êşeke nayê ji bîrkirin dît. Êdî em gelek caran çûn û hatin me ji nêz ve dayîk nas dikir. Di her çûna xwe de min ji dayîkê re got divê tû rojekê behsa çîroka keça xwe bikî. Her carê dayîkê ev daxweza min qebûl nedikir û digot ez nikarim bêjim. Ji bo ez vê çîrokê ji devê vê dayikê bigirim min gelek hewl da.
 
'Min heta niha qet bahsa keça xwe nekiriye'
 
Dayê Bitin Derwêş ji dema Fermanê û heta roja îro ku biryar dabû qet behsa vê çîroka xwe neke, li ser israra min biryara axaftinê da û  got; "Min heta niha qet behsa bûyera keça xwe nekiriye. Min biryar dabû ez rojekê jî behs nekim."  Li aliyekî min ew mafdar didît û ji xwe re digot her rastiyekî tê jiyan kirin bi hêsanî nayê behs kirin. Ev jî yek ji wan rastiyane ku dayîk nikare behsa wê bike. Min bi van lêpirsînên hundirê xwe dixwest xwe teselî bikim û bi sebir li benda roja ku dayê ji min re bêje ez ê ji tere qal bikim bûm. Ev çîrok tam salekê di binhişê min de bû, her cara ku ez diçûm mala dayîka Bitin ew çîrok dihat bîra min. Bi nêzbûna salvegera dehan a fermanê wekî ku bibe cara dawî min ji dayîkê re got, va em ber bi deh saliya fermanê de diçin tu xwe amade bike ez ê werim çîroka te bigrim. Ez ne li benda bersiva ku dayê ji min re bêje temam ez bêjim bûm. Lê ev car dayê qebûl kir û got ez ê behsa çîrokê bikim lê ne bi dîmen bi deng ez karim biaxivim. Min jî ev daxwaz qebûl kir û ez rojekê çûm ba dayîkê. Em bi hev re çûn nav baxê darên hejîr û fêkiyan û min dest bi rêwîtiya yek ji çîrokên fermana 74’ê kir.  
 
'Nikare jana dilê xwe vebêje'
 
Çîrokek ji çîrokên fermana 03-08-2014’an. Jiyanek ji jiyana li hemberî tarîtiyê di hembêza dayîkeke li navsera çiyayê Şengalê, di dorpêça mirineke bê dem de devê xwe vekirî û li benda şîrê dayîkê ye. Çîroka keçeke 4 mehekî ya li ber pêsîra dayîka xwe bê xeber e, bê ka çi li benda wê ye. Em çawa pênaseya hestên wê dayîka dilkeder, kezeb şewitî û ji tirsa mirina ku li ber deriyê wê di dehfikê de sekiniye bikin. Ev çi rihe, çi baweriye û çi dile ku xwe li vê êşa giran radigre. Dayîka ku di her zayîna zarokan de mirineke bi maneya jîndarkirina jiyaneke nû dijî ma wê çawa bi vê mirina bê mane karibe. Her çiqas dayê Bitin Derwêş xwedî çîrokekî ev çend bi êş û dil şewate jî nekarî qêrîn û jana di dilê xwe de dijî ji me re vebêje.
 
'Çiyayê me ji bo me warê parastinê ye'
 
Dayîka Bitin yek ji dayîka êzidî ya dilşewat û xwediya jana giran e. Dayîka Bitin Derwêş li gundê Kolka ku yek ji gundê Şengalê yê li navsera çiyayê Şengalê jiyaye.  Piştî fermanê bi demekî kin ew ji gundê Kolka derdikevin û li Serdeşta Şengalê, li nêzî quba Serê Kaniyê bi navê xwe yê din (kıçık Laleş) xaniyekî xwe ava dikin û lê dijîn. Jiyana Dayê Bitin bi tememî li navsera çiyayê Şengalê derbas bûye. Ji ber gundê Kolka li ser girekî bilind hatiye çêkirin, ji bo xwe parastinê cihekî bi ewle ye. Dema 3’ê Tebaxê 2014’an fermana 74‘ê tê serê civaka Êzidî, ew cihê xwe naterikînin û li gundê xwe dimînin. Êzidiyên li deştê û gundên derdora çiyê dijiyan û di dema fermanê de ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan dayîka Bitin wan dibîne. Mala xwe ji wan re vedike û tişta li mala wê heyî bi wan re parve dike. Dayê Bitin bi zarokên xwe re li gundê xwe dimîne û ji bo neberdana mala xwe wiha dibêje; “Mezinên me her tim digotin çiyayê Şengalê ji bo me Êzidiyan her tim bûye stargeha parastina çand, bawerî û nasnmaya Êzdayetiyê. Di roja fermanê de jî me careke din dît çiyayê me ji bo xilasiya me warê herî stare û pîroz yê parastinê ye.”  
       
'Keça min piştî fermanê ji bêşîrî mir'
 
Navê keça dayê Bitin Xilas e. Dayê wisa behsa sebeba mirina keça xwe dike; "Roja 3’ê Tebaxê wekî her malbatekê em jî li mala xwe bûn. Ji ber mala me di çiya de bû em hinekî rehet bûn. Dema me bihîst DAIŞ êrîşî aliyê qubletê Şengalê kirî, tirsek di dilê me de jî çêbû. Wê rojê li Şengalê jiyan bi rastiyek pir cuda re hatibû beramberî hev. Em di nav fikir û hestên pir tevlîhev de bûn. Hem tirs hebû hem bûyîna di çiya de hesta tiştek nayê serê me em dijiyan. Rojeke di navbera mirin û jiyanê de mayîn bû. Ji wê rojê û pêve tişta me dît neheqî bû. Ew roj wekî ferman û roja reş di bîra me civaka Êzidî û jinên Êzidî de hate kolandin. Keça min hem şîrê min dixwar û hem min şîrê hazir didayê. Lê piranî min ew fêrî şirê hazir kiribû. Piştî fermanê heta 3 rojan şîr hebû, lê min bi tedbîr û pir kêm dida keça xwe. DAIŞ negîhabû çiya, lê piştî roja 3’ê Tebaxê em ji malê dernediketin. Milet hemû mal terikandibûn. Hemû dîkan hatibûn girtin. Bavê zarokan jî ne li mal bû. Li çiya çûbû tevlî şer bibe. Demek dirêj nehat malê. Ez, zarokê xwe, bav û dayîka hevalê min ên ixtiyar em di malê de bûn. Rojên destpêka fermanê ne kesek hat ba me û ne me kesek dît. Êdî şîrê keça min ber bi qedandinê diçû, kesek nînbû biçe jêre şîr bîne. Piştî şîr xilas bû, keça min her digriya. Ne bi şev û ne bi roj disekinî. Zarokên min piranî biçûk bûn. Di malê de kesek nebû em bi cihekî ve rêkin û biçe şîr temîn bike. Ji ber 4 mehî bû, ji dervayî şîr min heta wê rojê tiştekî din nedabûye. Tirsa min hebû ez xwarinekî cuda bidim lê neyê. Hêj gelekî biçûk bû, heywa jî pir germ bû rûviyên wê zuha bûn.
 
Ez wê di xewna xwe de dibînim
 
Keça min pir delal bû. Çavên wê kesk bûn. Ez her roj wê di xewna xwe dibînim. Hîna jî wekî îro li ber çavê min e. Min navê wê danî xilas, lê ji hovîtya çeteyên mîna DAIŞ’ê min nekarî ez wê biparêzim û  wekî navê wê xilas bikim. Beriya wê jî du keçên min jiyana xwe ji dest dabûn.   Lê êşa Xilas li ba min û di dilê min de pir cuda bû. Bijiya wê niha  10 salî ba. Rojane ew rûyê wê yê xweşik tê ber çavê min. Ez ê tû carî wê ji bîr nekim."
 
'Li Şengalê bi dehan gorên zarokan hene'
 
Li Şengalê bi dehan goristanên zarokan hene tenê têde zarok hatine veşartin. Ev jî yek ji kevneşopiyeke hezarî salan ya çand û baweriya êzidiyan e. Di civaka Êzidî de ji wan goristanan dibêjin Silavgeh. Ev goristan piraniya wan nêzî qubeyên pîroz in. Yek ji van goristanan jî li nêzî goristana cangoriyên Şengalê ye. Di heman demê de dikeve beramberî quba Şêbil Qasim ku li navsera çiyayê Şengalê ye. Dayê Bitin wiha qala veşartina keça xwe kir; "Piştî fermanê wekî roj baş nayê bîra min lê ez bawerim deh roj di ser fermanê re derbas bibûn keça min ji  bê şîrî jiyana xwe ji dest da. Ez heta sax bim ez ê wan kêliyên ku keça min jiyana xwe ji dest da ji bîr nekim. Me demekê li ba xwe girt û di heman rojê de de li gorî rê û resmê baweriya me wê di nav paçekî spî de pêça û bapîrê wê girt hembêza xwe û bir li Silavgehê veşart."
 
'Ji ber ku em Êzidî bûn ferman bi serê me de anîn'
 
Em ber bi salvegera 10’emîn a fermana 74’an ve diçin. Birînên fermanê hîna jî di şexsê her jinek êzidî de bi janeke kur ya tû carî neyê ji bîrkirin zindî ne. Çîroka dayîka Bitin jî yek ji wan çîroka ye. Her dayîkeke êzidî di wê fermanê de parçek ji kezeba xwe da. Dema ku her dayîkek behsa wê jana giran dike û sebaba wê tîne ziman bi yek tiştî bawer dike û dibêje; "Ji ber ku em êzidî bûn ferman bi serê me de anîn." Erê raste ji ber ku ew êzidî bûn ferman bi serê wan de hat. Lê di vê fermanê de rastiyeke pir bi êş heye ku hem pêwîste em aliyê wê yê dîrokî û hem rojaneyî rast şirove bikin.  Armanc hedef girtina jina êzidî bû. Ji ber ku dema qala fermanê tê kirin civaka meyî êzidî dibêje; Me gelek ferman dîtin , me di her fermanê de berdêl dan, em êşên giran jiyan. Lê  di tû fermanên berî niha de bi taybetî jin û zarok nehatin hedef girtin. Êşa herî mezin a vê fermanê ew bû me bi hezaran jin û zarokên bê guneh winda kirin. Ji ber ku fermana 2014’an bi armanca temamî qira civaka êzidî bînin plan kiribûn. Ev hem qirkirineke fîzîkî, hem çandî û hem jî olî bû. Dema ku vîn, rûmet û baweriya civakekê di şexsê jinê de bê şikandin, di wê civakê de hêviya jiyanê, maneya hebûn û nasnameyê tê rewşa ku  lê neyê vegerîn. Wekî Rêber Apo bi nav dike û dibêje; " Xwedayên bi maske" cenewirên vê serdemê ku xwe xwediyê dinyayê didîtin çeteyên DAIŞ’ê ava kirin.
 
'Ne ji şervana bûya em kesek xilas nedibûn'
 
Dayîka Bitin ji bo naskirina xwe ya şervanên hatin wan xilas kirin jî wiha got; “Heta roja fermanê min qet şervên bi navê heval ji wan re tê gotin  nebihîstibûn. Em di çiya de bûn, di nava çend rojên piştî fermanê de mêe şervanên Serok Apo dîtin. Mirovên me bi saya wan xilas bûn. Bi taybetî di çiya de wan kedeke mezin da. Gund li cihekî bilind bû, kampek wan li ber mala me hebû. Me her roj wan didît.  Şervana bi hewara me ve hatin û em ji fermanê xilas kirin. Em tû carî keda wan ya ji bo xwe ji bîr nakin.”
 
Bi hêviya ku hemû Êzidî vegerin ser axa xwe dijî
 
Hêviya herî mezin ya civaka êzidî ew e ku hemû êzidî vegerin ser cih û warê xwe yê qedîm. Hêvîya jinên êzidî hem veger e û hem rizgarkirina hemû jinên ku hîna jî aqûbeta wan ne diyare ye. Dayîka Bitin Derwêş di dawiya vegotina çîroka xwe de bang li hemû êzidiyên ku di derma fermanê de terka Şengalê kirine kir ku vegerin ser cih û warê xwe û tû carî fermana hatî serê wan ji bîr nekin.
 
SIBEHÊ: Ji fermanê rizgar bû niha jî têkoşîna xweparastinê dide