Ji qirkirinê ber bi azadiyê ve (3)
- 09:04 31 Tîrmeh 2024
- Dosya
Leylêya êzidî bi naskirina Abdullah Ocalan jiyana xwe guhert
Ronahî Zerdeşt
ŞENGAL - Leylê Berket a ku şahidiya fermanê kir piştî naskirina bîrdoziya Abdullah Ocalan jiyana wê bi tevahî guheriye rêya têkoşîna azadiyê bijartiye û wiha dibêje: "Ger beriya fermanê fikrên Abdullah Ocalan zaniba û xwe bi fikrên Serok perwerde bikira wê demê roja fermanê me yê xwe biparasta da ku jin û zarokên me nekevin destê dijmin."
Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, bi hezaran jin wek dîl hatin girtin, hatin firotin û bi hezaran êzidî ji cih û warên xwe bûn. Hovîtiya DAIŞ’ê ku wek fermana 74 derbasî dîrokê bû. Niha şahidên fermanê bi vê hovîtiyê tînin ziman ku bila neyê jibîrkirin.
Leylê Berkat jî yek ji wan şahîdan e ku ji me re behsa hatina DAIŞ’ê û rewşa xwe ya wê demê kir.
Leylê bi hevoka "ferman gelek bi êş bû, zilam hatin qetilkirin, keç û zarokên me ketin destê DAIŞ’ê" wiha behsa wan rojan dike: “Dema me navê DAIŞ’ê bihîst, destpêkê rêya giştî hat girtin, tu kes nikarî wê rêyê bi kar bîne, ne artêş ne jî polîs nikarî. Dema me pirs dikir DAIŞ hatiye, ji me re digotin ji bo êzidiyan nehatine, ji bo Tileferê hatine. Piştî heyvekî ji Tileferê derketin û me dît ku ser me ve tên. Dema DAIŞ hat Gir Zerê û li wir şer dest pê kir. Wê demê me fam kir ku ferman bi ser me de rabû ye. Hinek kes dest bi revê kirin lê hinek kes jî ji ber fam nekirin çi bûye cihê xwe man. Lê piştî demekê di navber gel û çeteyan de şer dest pê kir. Ji aliyê din ve dema agahiya DAIŞ hatiye gihişt me saet 2’yê şevê bû û em yekser rabûn ser xwe. Heya siharê ji ber dengê sîlehan em ranezan, şer gelek giran bû.”
11 rojan li çiyê dimînin
Di dirêjahiya axaftina xwe de Leylê destnîşan kir ku dijminek ku tu tiştek ser nedizanî bi sîlehên giran bi ser wan de hatiye û wiha domand. “Dema me dest bi bazadanê kir dinya pir germ bû. Gelek kes ji ber tîna zarokên xwe li erdan dihiştin û gelek zarok wisa mirin. Wek malbat 11 rojan em li çiya man. Rewşekê bi êş bû, kurekî min hebû hîn biçûk bû, ji ber nebûna şîr û av min digot dê bimire. Ne tenê ya min gelek zarokên êzidiyan di vî rewşê de bûn, ji tî û birçîna diketin. Ji aliyê din ve roja fermanê me dît ku çawa ferq xistin nav zarokên keç û kur. Zarokên keç li erdan dihiştin û zarokên kur bi xwe re dibirin. Lê dilê min nedigirt ez keçekê li wan erdan bihêlim. Ez û xwesiya xwe ew zarokên keç ku li erdan hatibûn hiştin, bi xwe re birin çiya. Piştî mayîna 11 rojan a çiyê me dît şervanên PKK’ê bi me ve hatin, xwarin û av dan me û me derbasî Rojava kirin. Em rojekê li Rojava man û piştre derbasî Başûr bûn.”
3 salan li Başûr dimînin
Leylê bi malbata xwe re sê salan li Başûr dimîne û piştî sê salan biryara vegera Şengalê dide. Leylê wiha behsa vegera Şengalê dike. “Her kesî ji me re digot neçin Şengalê ewlahiya wê nîn e lê min got ez e vegerim Şengalê bila zarokên min bizanibin ka ferman çawa bû, bila zanibin xwe û axa xwe li hember dijmin biparêzin, çi bibe jî mirov tenê dikare li ser axa xwe xwe biparêze. Piştî sê salan dema ez hatim gundê xwe min dît ku keç û xortên me çawa parastina axa xwe dikin. Li ser vê yekê min got heta dilopek xwîna me hebe divê em pişta van hevalan bin.”
Di axaftina xwe de Leylê diyar dike ku heta niha ferman neqediya ye û dijmin bi rê û rêbazên cuda dixwaze fermanê bidomîne û wan ji çand û baweriya wan dûr bixe.
Pirsgirêka xwe bi xwe çareser dikin
Piştî vegera ser axa xwe û naskirina bîrdoziya Rêberê PKK'ê Kurd Abdullah Ocalan, Leylê ji bo bikaribe pirsgirêka civaka xwe çareser bike, ji bo bikaribe xwe bigihîne jinan û ji bo careke din civaka êzidî rastî fermanan neyên û bikaribin xwe biparêzin, tevli xebatên meclisa dibe. Leylê têkildarî xebata meclisê jî ev tişt tîne ziman: “Em niha meclisê bi pirsgirêka civakê re radibin, çareseriya pêş dixin. Em nahêlin pirsgirêka civaka me biçe ber destê hikûmetê, em wek meclis bi xwe çareser dikin.”
Xwest jin û civak xwe perwerde bikin
Ji hêla din ve Leylê ji bo civaka êzidî careke din rastî fermanan neyên û bi hêza xwe ya cewherî bikaribin xwe li dijî her êrişan biparêzin, xwest jin û ciwan di serî de hemû civaka êzidî bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin û wiha got: “Ger me beriya fermanê fikrên Serok zaniba û xwe bi fikrên Serok perwerde bikira wê demê roja fermanê me yê xwe biparasta da ku jin û zarokên me nekevin destê dijmin. Kesên ku xwe bi fikrên Serok Apo perwerde bike tu carî çand û baweriya xwe ji bîr nake û nakeve xefika fikrên dijmin.”
‘Kirasek û ciheke din nabe ya wan’
Dayê Leylê di dawiya axaftina xwe de bal dikişîne ser vegera Şengalê û bi van hevokan dawî li axaftina xwe tîne: “Daxwaza min êzidiyên li kampan e vegerên ser axa xwe. Em tu ferq naxin navbera tu însanî, bila werin ser cih û warên xwe. Kirasek û ciheke din nabe ya wan. Her wiha hêviya me ew e ku hemû jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne werin rizgarkirin.”
SIBEHÊ: Ferman, rizgarî û çîroka hêviyê!