Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (9) 2024-11-09 09:05:11   Fîgen Aras: Parastina cewherî manîfestoya hebûnê ye   Dîlan Babat   AMED - Ji Akademiya Jinan Fîgen Aras derbarê parastina cewherî de axivî û got tundiya li hember jinê şerekî li hember nasnameya jinê ye û got: “Di serî de modernîteya kapîtalîst hemû pergal dixwzin civakan parçe bikin û bi dest bixin. Ew civak nûnerên civaka xwezayî ne. Civaka xwezayî dijminê herî mezin yê modernîteya kapîtalîste.”   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û jin li her qadê balê dikşînin ser parastina cewherî, rêxistibûn û têkoşînê. Jin li dijî tundiyê çalakiyên xwe didomînin.   Di vê beşa dosyayê de akademîsyen Fîgen Aras  li ser girîngiya parastina cewherî sekinî.   Parastina cewherî çiye?   Fîgen Aras got parastina cewherî tê weteya xweparastina hebûnê ya ji êrîşan û got: “Ev tenê ji bo mirovan derbasdar nîne. Hebûnek bixwaze bijî wê li dijî her cureyê êrîş û qetilkirinê xwe biparêze. Gotina ‘diriyê kulîlkê’ heye; ev ji bo parastina kulîlkê ye. Xwe pareastin li dijî her cureyê êrî û tundiya fîzîkî xwe parastine. Ji ber vê em jin jî divê parastinên xwe yên cewherî biafirînin.”     Ji bo jinan girîngiya parastina cewherî   Fîgen Aras di berdewamiyê de anî ziman ku bi hezaran salane li hember nasnameya jinan êrişek cidî heye û wiha bi lêv kir: “Ev êriş her roj bi qetilkirina dehan jinî sînor namîne. Destdirêjî, revandin. Wek êrişên fîzîkî dertên pêş me. Bi taybet demên dawî de bi cureyên qetilkirinê re, qetilkirina jinan rewa tê dîtin. Bi vê ev peyam tê dayîn. Bi tundiya fîzîkî dixwazin jinê ji her qada jiyanê qût bikin. Ev êriş bi polîtîkayên tabet pêk tên. Ji perwerdehiya zarokan bigirin heta çapemeniyê, heta rêzefîlm û modayê zayendperestî tê mayînikrin û li dijî jinê her cureyê êrişê heye.”   Li dijî nasnameya jinên polîtîka şer   Fîgen Aras her wiha nirxandina xwe wiha domand: “ Em bi tundiya fîzîkî ya cidî re rû bi rû ne. Ev di alî aborî û hiqûqî de xwe dide der. Xizaniyek mezin a jinan heye. Li jinan fuhuş tê ferzkirin. Ji ber neçarin debarê bikin, li zarokên xwe binêrin li ser piya bisekinin. Ne tenê  tundiya fîzîkî jin bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Bi polîtîkayên taybet re polîtîkayên tundiyê tên rewakirin. M3er dizanin ku dema jin bên qetilkirin wê cezayê wan bê daxistin û xelatkirin. Ji ber vê tundiyê rewa dibînin.Li dijî jinan polîtîkayek şer tê tê meşandin.”   Civaka ahlaqî polîtîk   Fîgen Aras bi lêv kir ku ji bo civak li ser piyan bimînin divê nirxên wan ên jiyanê hebin û got: “Ji bo afirandina van nirxên jiyanê divê ahlaqî û polîtîk bin. Divê bikaribin biryarên xwe bidin û xwe birêve bibin. Lê dema pergal dest bidin van civak, hewce bi parastina cewherî tê dîtin. Parastina cewherî ne tenê parastina li dijî tundiya fîzîkiye. Parastina çand, ziman, ahlaq û polîtîke. Di serî de modernîteya kapîtalîst hemû pergal dixwzin civakan parçe bikin û bi dest bixin. Ew civak nûnerên civaka xwezayî ne. Civaka xwezayî dijminê herî mezin yê modernîteya kapîtalîste.”   ‘Divê çawa bê jiyîn’   Fîgen Aras yek ji modelên ku civakê xera dike, hişbir, fuhuş û girêdayîn abi çapemeniay dîjîtal e û ev tişt bi lêv kir: “Pergal serî li van didin. Sedema wê jî ev e. Dixwazin kesan bi xwe girê bidin, dîl bigirin, kesên ku xwe, heqîqetê nabînin biafirînin. Armanca serdestiya mêr û kapîtalîzmê, parçekirina heqîqeta civakê ye. Ji ber vê divê ewil em li dijî vê di alî îdeolojîk de parastina xwe bikin. ‘Em dixwazin çawa bijîn?’, azadî çiye, azadiya civakê çiye? Divê ev polîtîka esas bê girtin. Bê runiştin. Di civakê de sazbûn pêş bikeve, wê li dijî êrîşan parastin jî pêş bikeve.”   Di jîneolojiyê de parastina cewherî   Fîgen Aras destnîşan kir ku kesên kovara jîneolojiyê dişopînin û ji nîqaşên jîneolojiyê fêm kirine, bi rehetî nirxandina ‘parastina cweherî ne bertekek tenê li dijî tundiya fîzîkî tê dayîne’ dibîne. Fîgen Aras di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Xwedî li zanîna xwe derketin, lêkolînakirina dîroka xwe û navê wê danîn jî parastina cewheriye. Dema kesek bêje ez ez im, dema êrîşek pêk bê wê ev jî parastin be. Binavkirin bixwe jî êrîşe, êrîşek îdeolojîke. Di atoleyan de mijarek herî zêde hat destgirtin, sedemên îdeolojîk yên êrîşan e. Ji bo em paratina cewherî di rêgez, hişmendiyan de bicih bikin, mayîn de bikin û rêxistin bikin hewldanên me hene. Em li ser mezinkirina têkoşînê nîqaş û nirxandinan dikin.”   Fîgen Aras di dawiyê de bakişand ser 25’ê Mijdarê û wiha dawî lê anî: “Rêxistibûna herî xweş a jinan parastina ceweheriye. Wek jin hatina gel hev û rêxistinbûne. Belavkirina vê rêxistibûnê û mayîndekirin girînge.  Jiyanek azadîxwaz û wekhev pêkane. Ev jî bi têkoşîn û rêxistibûna me pêkane. Ev jî di sedsala 21’ê de bi pêşengiya jinan pêkane.”