Bi parastina cewherî, rêxistibûn û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê (5) 2024-11-05 09:06:05     Di qada aborî de parastinek cewherî ya çawa?   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd di têkoşîna li dijî tundiyê de, rêxistinbûna di qada aboriyê de wek lingekî girîng ê parastina cewherî digirin dinirxînin, perspektîfek girîng, datînin holê.   Nîqaşên jinan yên derbarê rêbaz û xeta parastina cewherî ya li dijî tundî û qetilkirinan, di salên dawî de wek mijarek girîng di rojevê de cihê xwe digire. Nîqaşên Tevgera Jinên Kurd di vê mijarê de di rojevê de ye. Tevgera Jinên Kurd derbarê parastina cewherî ku wek hewcedariya esas a jiyanê tê dîtin de nîqaş û perspektîfên xwe di qada aborî de jî dike.   Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, me aliyê aborî yê nîqaşên parastina cewherî yên Tevgera Jinên Kurd berhev kirin.   Aborî rêxistibûnek xurt û parastina cewherî dihewîne   Yek ji qada din ku jin parastina xwe ya ceweherî lê rêxistin dike qada aboriyê ye. Di çarçoveya xweseriya demokratîk de jin bi perspektÎfek xurt û pêkanînek xurt li qada aboriyê rêxistinbûn û parastina cewherî ferz dibîne. Di alî jinê de qada aboriyê ku qada azadiyê ya mezine, beriya her tiştî di alî civakî de pêşxistina wê gelek girîng e.   Li dijî aboriya kapîtalîst liherêmê pêşketin   Kapîtalîzmê hema hema her derê Kurdistanê talan kiriye û çandinî, kargeriyên biçûk û herêmî belav kiriye û bazarên tekelê av akirine. Ji bo vê jî ji marketên mezin bigirin, heta bi bihayan lîstinê, polîtîkayan pêş dixînin. Li dijî heldan, pêşxistina helwesta civakî, bazarên herêmî esas girtin, hilberandina berhemên organîk, li herêmê hewldanên hilberandina hilberînan, boykotkirina hilberînan, afirandina hişmendiya vê çandê, dibe qadeke berfireh a têkoşînê. Di vê mijarê de di astên herêmî de plansazî derxistin, plansazkirina hedefan û çalakiyên berfireh girîng in. Li dijî her cureyê tekelê xwedî helwestbûn gelek girîng e.   Li cîhanê mînaka wê heye   Di vê mijarê de tecrubeyên têkoşîne yên mînak hene. Mînak bi salan e li Bakurê Chîapas, li şaredariya Tubala projeyeke ku komek cotkarên herêmî Zapatîta û organîzasyonên din piştgiriyê didinê heye. Cotkat li dijî projeya xurtkirina tekela dewletê, berxwedanên mezin pêk tînin û dibêjin ‘Bi bombe û balafiran şer nabe lê dîsa jî şerê sar.. Ev şerê bihayên kêm me nakuje lê em ê şerê xwe bidomînin. Ji bo parastina xwe em ê planên xwe bixwe biafirînin.’Berxwedanek mezin a ji bo parastina aboriya herêmî û hilberînerên biçûk tên dayîn.   Helwesta aboriya bi hişmend parastina cewheriye    Di vî alî de li dijî razemeniyên mezin yên bi destê dewletê tên kirin û kegeriyên mezin, ji bo karkgeriyên biçûk piştgirî dayîn, wek însiyatîfa civakî, bi hişmend û tercîh, pêşxistina helwestê, mijarek girîng a parastina cewheriye. Bi guman nêzî proje û razemeniyên dewletê bûyîn, hedefên desthilatdariyê dîtin, di vê mijarê re xwedî hişmendîbûn, di têkoşîna aboriyê de cih girtin, di çarçoveya parastina cewherî de ye. Ligel vê rêxistinkirina koperatîfan, pêşxistina hewldanên kolektîf, pêşxistina komunalbûnê pêwiste.   Nêzîkatiya plankirî û bi hedef   Rêxistinbûna jinan a di vê mijarê de û hewldanên wan, dîsa nêzîkatiya bi plan a jinan, hem dibe mijara tenduristî hem jî ya perwerdê, ya herî girîng jî wê bibe qada pêxistina têkşînê û sekna dij kapîtalîst. Di vî alî de di qada borî de hewcedarî bi rêxistibûnên parastina cewherî heye.   Sibehê: Redkirina zihniyeta baviksalarî