Bi parastina cewherî, rêxistibûn û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê (3) 2024-11-03 09:04:46   Parastina cewherî, ahlaq û polîtîka   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinan a Kurd di nîqaşên derbarê parastina cewherî de diyar dikin ku parastina cewherî ahlaq û polîtîkaye. Her wiha tê diyar kirin ku civaka ku nehatibe rewşa hêza siyaseta demokratîk, parastina wan ya cewherî jî wê tunebe û ji ber vê jî mirov nikarin behsa hebûna wan bikin.   Tundî û qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin û têkoşîna jinan a li dijî vê jî di asta herî jor de ye. Di meha Mijdarê de têkoşîn  hîn bilidtir dibe û yek ji mijarên herî zêde tê rojevê parastina cewheriye. Jinên Kurd di têkoşîn ali dijî tundiyê de ev demeke dirêje nîqaşên parastina cewherî dimeşînin. Me jî ber bi 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê, xwest nîqaşên der barê parastina cewherî de bînin gel hev û bixin rojevê.   Di vê beşa dosya xwe de em ê têkiliya parastina cewherî bi rastiya ahlaq, polîtîka û jinê bigirin dest.   Polîtîka û ahlaq ji xweza civakê tê   Pergalên polîtîk û ahlaqî tunebin civak pêk nayê. Polîtîka û ahlaq derbarê hemû potansiyelên ji xweza civakê tê derdixe holê û wek hebûnekê biryara çi çawa tê kirin dide, hemû rêbaz û biryaran ava dike.   Wateya jiyanê xweparastin û heqeqîte   Îfadeyên mîtolojîk, olî, felsefî an jî hunerî terza îfadekirina civakîbûnê ye. Derxistina holê, nîşandan û xwedî hişmendîbûne. Wate xwe bi van derdixe holê, ava dike û pêk tîne. Heqîqet di vî alî de xwe vegotin û avakirina civakiye. Di vî alî de xweparastin heqîqetbûne. Pêkhatin heman demê de xweparastine.  Civaka ku xweparastina xwe nake rastiya wê jî tuneye.   Parastina ceweherî  ahlaq û polîtîkaye   Di vî alî de parastina cewherî ahlaq û polîtîkaye. Civaka ku nebûye hêza siyaseta demokratîk parastina wan ya cewherî tuneye. Dema parastina cewherî tunebe hebûna civakekê jî tuneye. Ev civak ji her cureyê êrîş û îstîsmarê re, biyanîbûnê re vekiriye. Ev civak xwe di alî çandî de nikare heyî bike.   Hebûna çandî nikare ji holê bê rakirin   Nokteya esas a parastina cewherî, xwedî nasnamebûna azad a civakê ye. Nasnameya azad di esasa pararastina cewherî de ava dibe. Civake di alî fîzîkî de dikare bê tunekirin lê hebûna çandî nikare bê rakirin.   Jin xwezaya damezrîner a civakîbûnê ye   Xweza civakî herî zêde di rastiya jinê de tê ziman. Xwe li dora jinê ava dike. Jin dikare pêş bixîne dikare xurt bike.  Dikare bike statuya koletiya berfireh. Lê ji ber xweza xwe hebûn û pêşketinê li dora jinê pêş dixîne. Jin her tim xweza damezrîner a civakê ye. Civakîbûna li dora jinê pêş dikeve, di terza xwe parastin û heyîkirinê de wek femînen pêş dikeve. Berxwedana jinê û berxwedana civakê ya heyîbûnê wekhevin. Tevî her tiştî li dijî êrişan berxwe bidin.    Anîna gel hev a cudahiyan   Ji destpêkê de rê û rêbazên xwe parastinê yên civakê hene. Ev di esasa jinê de pêş dikevin. Li dijî cudahiyan berxwedan, bêyî zirarê bide civakê ligel hev hiştin anîn agel hev, ji bo vê pêşxistina rê û rêbaz afirandin girînge. Dîsa di mijarên wekê tirs, guman û bêbaweriyê de  kesên nû digihêjin, bi tisrên xwe re rû hevhatin, girîngiya bixwebawerbûnê ferz dike. Mînak zarokek ji bo civakîbûnê bê amadekirin ev bi giranî di bin berpirsyarya jinê de ye.   Sibehê: Ji Însiyatîfên Parastina Jinan ber bi komeleyan ve