Saliha Aydeniz: Bila her kes li kolanan deng derxin
- 10:42 4 Mijdar 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên li 3 bajaran da û xwest her kes ji bo demokrasiyê dengê xwe li kolanan bilind bike.
Bi talîmatên Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xalfetiyê hatin kirin. Dema pêşiya şaredariyan bi barîkatên polîsan hat girtin, destûr nehat dayîn ku hevşaredar bikevin hundir. Li hember girseya ku li ber şaredariyê kom bû mudaxele hat kirin. Yek ji cihên ku mudaxele lê hat kirin jî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ye.
'Divê her kes bertekên xwe li kolanan nîşan bide'
Salîha Aydenîz bi bîr xist ku 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye û diyar kir ku tayînkirina qeyûman li şaredariyên 3 bajaran di 4'ê Mijdarê de dewama darbeya siyasî ye. Salîha Aydenîz got, “Bi mekanîzmayên darbeyê polîtîkaya xwe ya darbeyê û dijminatiya gelê Kurd didomîne. Îro danê sibê jî mîna vê polîtîkayê, qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xalfetiyê hatin kirin. Tevî ku ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve doz hat vekirin jî Wezareta Karên Hundir hinceta tayînkirina qeyûm li ser wî bi kar tîne. Ev bi tena serê xwe pir eşkere dike ku mebest ne qanûn û xizmet e, ne jî aştî û ewlehiyê ye. Ev jî dîsa hewldana derbeyê li pêşeroja Tirkiyeyê ye. Ji Colemêrgê dest pê kir û bi Esenyurtê dewam kir û li 3 bajaran dewam kir. Nîşan dide ku ev polîtîka wê bidome. Ev hikûmet bi vê rêbazê berdewam dike. Hikûmet ji aliyê civakî û siyasî ve tu argumaneke ku bide civakê nîne. Tişta ku di destê wî de heye ew e ku bi darê zorê yên hiqûqnas, walî û memûrê ku wî tayîn kiriye, îradeya dewletê ji holê rake. “Em ê ti carî vê qebûl nekin, her kesên li vî welatî demokrasiyê dixwazin, her kesên alîgirê demokrasiyê ne, pêwîst e îro ne tenê dengê xwe bilind bikin, li kolanan jî bertekên xwe nîşan bidin.
Salîha Aydenîz herî dawî ev tişt anî ziman: “Yên ku dibêjin pêvajo hatiye destpêkirin, yên ku dibêjin me destê demokrasiyê dirêj kiriye, careke din îspat kirine ku destê ku dirêj dikin, bi rastî destê qetlîamê ye. Careke din hat îspatkirin ku ev hikûmet li vî welatî tenê hêsir, xwîn û zilmê tîne.”