Yekem berteka Êlihê ji dayika Îpek Er hat
- 08:46 4 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir, berteka yekem ji dayika Îpek Er hat.
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyê qeyûm tayîn kir.
Li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Êlihê, bertek yekem ji dayika Îpek Er hat. Dayika Îpek Er li ber şaredariya Êlihê wiha bertekên xwe anî ziman: "Qet şerefa wê nîne. Em ê li dijî polîtîkayên qeyûmê bê navber têbikoşin û em ê bi berxwedanê bi ser kevin."