Emîne Oguz: Ziman nasnameya em xwedî li nasnameyê derkevin
- 09:02 3 Mijdar 2024
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Endama Anka-Derê Emîne Oguz balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyon û êrîşên li hember gelê Kurd û zimanê Kurdî û got: “Ya ziman heyî dike çand û zimane. Ziman nasname ye. Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin.”
Polîtîkayên dewletê yên şerê taybet û asîmîlasyonê yên li hember zimanê Kurdî bi salane didome û her diçe girantir dibe. Bêguman rastiya têkoşîneke mezin a li dijî van êrîşan heye. Ji bo ev polîtîka vala bên derxistin hem li Kurdistanê hem jî li bajarên Tirkiyeyê der barê ziman de xebat tên meşandin.
Endama Navenda Ziman û Çandê Anka (ANKA-DER) Emîne Oguz êrîşên li hember zimanê kurdî û têkoşîna li dijî vê tê dayî nirxand.
‘Xebatên me ji bo Kurdên li Enqereyê girîng in’
Emîneyê da zanîn ku li ser ziman û çanda Kurd xebatan dimeşînin, zaravayên Kurdî fêr dikin û got: “Dersên me li ser vê esasê ne. Ne tenê li ser ziman di qada çandî de jî perwerdehiyên me hene. Em qursên erbane, wêne û sazê didin. Xebatên ziman ji bo Kurdên vir girîng in."
Ya dixwazin bikin înkarkirina Kurdan e
Emîneyê daxuyakirin ku êrîşên li ser ziman, çand û wêjeya Kurd bi tena serê xwe nirxandin wê qels bimîne û wiha pê de çû: “Em dizanin ku ev êriş tenê ji ser ziman pêş nakeve. Ev bi salane wisaye. Her çiqas bêjin komar bi ferasetek demokratîk hatiye avakirin jî ne wisa ye. Ji wê rojê şûnde êrîşên sîstematîk li ser Kurdan hatine meşandin. Bi armanca tunekirina Kurdan ev zext û qedexe hatine kirin. Ya ku dixwazin bikin înkarkirina Kurdan e.”
‘Êrîşa tê kirin li hember nasnameya me ye’
Emîneyê bi lêv kir ku esasa tunehesibandinê divê em wek êrîşeke li hember nasnameya xwe bibînin û wiha domand: “Êrîşa li hember me di esasê de şerê nasnameya me ye. Em dizanin ku çand û zimanê me bingeha nasnameya me ye. Çand û ziman ji nasnameyê qût nayên destgirtin. Têkiliyek wan ya xurt bi hev re heye. Ji ber vê jî êrîşa li hember zimanê me di esasê de li hember nasnameya me ye. Ji ber vê jî divê em zimanê xwe biaxivin, bidin jiyîn û bi zimanê xwe bên nasîn.Divê bendewarmiya me ji kesî tunebe. Hêvî em min. Divê em berxwe bidin şerê xwe bidin meşandin. Berovajî vê jî emê ji nasnameya xwe dur bikevin.”
‘Li dijî êrîşan divê têkoşîn bê mezinkirin’
Emîneyê bi lêv kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember Kurdan pir alî ne û got divê li dijî van êrîşan têkoşîn bê mezinkirin. Emîneyê wiha dirêjî dayê: “Bêguman berpirsyariyek mezin dikeve ser milê me.dikeve ser saziyên me. Dikeve ser malbatan. Divê malbat bi zarokên xwe re di jiyana rojane de bi derdora xwe re Kurdî biaxivin. Divê em wek jin ji xebatên ziman re pêşengiye bikin. Jin di her qada jiyanê de xwedî rol û mîsyonek çalakin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin û xwedî li mafên xwe derkevin.”