Piştî qeyûman xebata ewil a navendên jinan

  • 09:02 30 Cotmeh 2024
  • Rojane
Memîhan Zeydan 
 
WAN - Endama meclisa şaredariya Artemîtê Guneş Ogmen da zanîn ku hedefa ewil a qeyûman saziyên jinan bû û got wan ji nûve saziyên jinan vekirine. Guneşê got: “Rojên borî de me Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran vekir. Ji bilî perwerde û qadê hobiyê, yekîneya li dijî tundiyê heye. Her wiha atolyeyên bêrik, enstruman, hunera destan û sporê heye.”
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê de şaredariya bajarê mezin a Wanê û 14 navçeyên wê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve piştî 8 salan şûnde ji qeyûman hat girtin. Şaredariyên DEM Partiyê saziyên jinan ên ji aliyê qeyûman ve hatibûn girtin ji nûve vedike. Şaredariya Artemêtê hewl dide bi nêrîna gel û jinan texrîbata ku qeyûm afirandiye çareser bike. 
 
Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç û endama meclîsa şaredariyê Guneş Ogmen der barê xebatan de axivîn.
 
‘Yekîneyên me yên li dijî tundiya li ser jinê hene’
 
Guneş Ogmen da zanîn ku çawa qeyûm hatine ewil saziyên jinan girtine û wiha got: “Dema em çûn şaredariyê ji bo jinan tu qad nemabû. Piştî 8 salan me midûriyetên jinan vekir. Em hemû saziyên xwe yên hatine girtin ji nûve vedikin. Di rojên borî de me Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran vekir. Ji bilî perwerde û qadê hobiyê, yekîneya li dijî tundiyê heye. Her wiha atolyeyên bêrik, entruman, hunera destan û sporê heye. Em serlêdanan jî digirin.”
 
‘Atolyeyên bêrik, enstruman û hunera destan hene’
 
Guneşê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Armanca navendên jiyanê ev e ku jin ji nav çar dîwaran derkevin. Jin hema hema seranserê rojê di hundir de ne. Em ji bo ku jin berhemên bi keda destê xwe diafirînin hilberînin wê navendên xwe vebikin. Li navendan qurs tên dayîn. Atolya bêrikan, sporê, enstruman û hunera destan heye. Ligel vê jin li vir dema xwe derbas dikin.”
 
‘Me daxwazên jinan ji wan pirsîn’
 
Guneşê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em piştgiriya aborî didin  malbatan. Em piştgiriya kirtasiyê didin malbatên rewşa wan ne baş. Jin ji bo aboriya xwe bidest bixin hewl didin. Piştî qursên temam dikin belgeyan digirin. Li taxan me yekîneyên li dijî tundiyê ava kir. Me li hemû taxan civînên xwe yên xweser ên bi jinan re pêk anî. Me daxwazên jinan yek bi yek ji wan pirsî. Der barê avahiyên Kuveyt de jî xebatên me hene. Em çûn serdana wan. Em hewcedariyên jinan hîn bûnb û me dest bi xebatan kir.”
 
‘Ji bo me ya esas jin in’
 
Hevşaredara Artemîtê Rabîa Başak Koç jî bi lêv kir ku wê xebatên jinan her tim bidomin û da zanîn ku derî bi derî digerin, her tim wê bi jinan re ligel hev bin, di esasa daxwazên jinan de xebatên xwe bimeşînin. Rabîayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê li Artemêtê, li seranserê Wanê ji bo jiyaneke mirov dikarin lê bijîn û bi ewle em ê bixebitin. Armanca me ev e. Em ê xebatên jinan bi jinan re pêk bînin. Ji bo me ya esas jin in. Di projeyên nû de em ê bi jinan re tevbigerin û navendên jiyanê ava bikin. Ji bo jin jiyana xwe bi awayekî ewle ava bikin em ê hewl bibin.”