Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşar kirin

  • 16:19 29 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
RIHA - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnex û Rihayê li mala Emîne Şenyaşarê serdana wê kirin. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kirin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Şirnex û Rihayê li mala Emîne Şenyaşar a di vê êrişê de hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin serdana wê kirin. 
 
Hatîce Beytur a di serdanê de li ser navê dayikan axivî, wiha got: “Em berxwedana dayika Emîneyê silav dikin. Em şahidê ked û berxwedana wê ne. Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala aştiyê.”
 
Malbata Şenyaşar di 24’ê cotmehê de ji bo ferdên malbatê yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn şîn danîbû. Dayikên Aştiyê di serdanê de ji malbatê re sersaxî xwest.