'Tirkiye dixwaze DAÎŞ'ê ji nû de zindî bike'
- 09:03 29 Cotmeh 2024
- Rojane
RIHA –Nûçegihana Ronahî TV, Ciwana Cuma ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmê dişopîne, bêdengiya hêzên koalîsyonê rexne kir û got, "Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê ji nû ve li herêmê zindî bike û tiryakê bîne herêmê."
Tirkiye ji 23’ê Cotmehê ve li dijî gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên hewayî û bejahî pêk tîne. Di êrîşan de balafirên bêmirov, balafirên şer, top û çekên giran tên bikaranîn, qadên jiyanê yên gel lê dijîn hedef tên girtin. Di nav wan de navendên xizmetguzariyê, stasyonên elektrîk û avê, bîrên petrolê û pêdiviyên jiyanê yên bingehîn hene. Di dema ku rêxistinên mafên mirovan li herêmê bi taybet hêzên hevpeymaniya navneteweyî li hember êrîşên Tirkiyê bêdengiya xwe diparêzin, ji ber bombebaranê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn, mal û cihên kar nekarin bên bikaranîn.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate destnîşankirin ku ev êrîş dibin sedema pirsgirêkên mirovî û aborî û bang li hêzên Koalîsyonê, Rûsya û dewletên din kir ku li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.
Nûçegîhana Ronahî TV Ciwana Cuma li ser geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji JINNEWS’ê re axivî.
'Hêzên navneteewyî bêdeng in'
Ciwana diyar kir ku li hemû herêmên sînor bi bombe û tankan êrîş tên kirin û got, “Bi balafirên bêmirov qadên jiyanê tên hedefgirtin. Êrîşî Rojava dikin, çalakiya li Enqereyê kirin hincet. Tirkiye hewl dide cihên ku dike hedef weke cihên leşkerî nîşan bide. Lê belê ne wisa ye, hemû cihên ku Tirkiye niha êrîşî wan dike cihên xizmetê ne. Wek mînak nanpêjxane, stasyonên ceyranê, terzîxane û cihên ku otomobîl lê tên tamîrkirin. Li herêmê hêzên garantor hene; lê mixabin heta niha tu hêzê yek daxuyanî jî ji bo şermezarkirina Tirkiyeyê nedaye. Hêzên navneteweyî bêdeng in. Li gel vê hemû bêdengiyê berxwedaneke mezin a gel heye. Piştî çalakiya Enqereyê gelê Rojava li bendê bû ku dê Tirkiye êrîş bike. Ji ber ku dizanibûn wê Tirkiye vê hincet nîşan bide û êrîş bike."
'Bi hev re tevgerîn bersiv e ji bo Tirkiyeyê'
Ciwana anî ziman ku Tirkiye her tim li firsendê digere ku êrîşî Rojava bike û wiha got: “Ji ber ku Tirkiye dixwaze Rojava asteng bike. Dixwazin yekîtî, hevgirtin û destkeftiyên li vir bi dest ketine têk bibin. Lê belê berovajî vê yekê, hemû gelê Kurd, Ereb, Çeçan û Suryanî li Rojava di nava aştiyê de ne. Tevgera wan a bi hev re ji bo Tirkiyeyê bersiv e. Gel dibêje, 'em dikarin birçîbûn, tîbûn û her tiştî qebûl bikin, lê bê ax û rûmeta xwe em nikarin bijîn'. Dewleta Tirk her sal êrîşên wiha mezin li dijî Rojava dike. Heman tişt par jî çêbû. Di van êrîşan de jin û zarok dibin qurbanî. "Bi taybetî dema ku em li êrîşên dawî dinêrin, em dibînin ku piranî jin û zarok hatine kuştin."
Taktîkên Tirkiyeyê
Ciwana destnîşan kir ku bi êrîşan dixwazin gel bitirsînin û wiha got: “Gel bi darê zorê tê sirgûnkirin, lê li dijî vê berxwedan heye. Gel planên wan pûç dike. Berxwedana Rojava bersiveke mezin e. Ji ber ku zivistan tê pêdiviya gel bi sotemeniyê heye, ji ber vê yekê cihên petrolê û ceyranê dibin hedef. Mînak bîrên petrolê yên li Tirbesipiyê û Rimêlanê; li Amûdê û Dêrikê stasyonên ceyranê hatin bombekirin. Di heman demê de li Kobanê li dijî cihên bi vî rengî êrîş pêk hatin. Taktîkeke ku Tirkiye niha pêk tîne heye. Her cara ku li cihekî dixin, kesên ku ji bo alîkariyê çûne wir, careke din li wan dixin. Di encamê de hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe. Tirkiyeyê bi vê taktîkê bi dehan komkujî pêk anîn. Ji ber vê taktîkê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn timî hişyariyê didin raya giştî û dibêjin 'Eger cihekî gûmana bombebarkirinê lê hebe li wê herêmê kom nebin' ji ber ku dema gel diçe birîndaran bi gire vê carê gel gulebaran dike'."
'Dixwazin DAÎŞ'ê zindî bikin'
Ciwana cihên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine hedefgirtin yek bi yek rêz kir û wiha got: “Hin cihên kontrolê yên Hêzên Asayîşa Giştî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûne hedefa Tirkiyeyê. Divê bê pirsîn, 'Çima ev cih hatin hedefgirtin?' Ji ber ku Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê careke din li herêmê zindî bike û narkotîkê bîne herêmê. Ji ber vê yekê, ya ku ew dike hedef yekîneyên ewlehiyê ne. Ne tenê vana, ji aliyê din ve jî cihên nêzî girtîgehên çeteyên DAIŞ'ê yên li Qamişlo û Dêrîkê tên hedefgirtin. Ew dizanin ku ger endamên DAIŞ’ê yên ku ji bo hemû cîhanê weke xetere tên dîtin, ji zindanan birevin wê xeteriyeke çawa derkeve holê? Ji ber vê yekê barekî mezin li ser Rêveberiya Xweser heye."
Çalakiyên xweparastinê
Ciwana daxuyaniya Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi bîr xist û got, “Xweparastin mafek e' û bal kişand ser girîngiya diyalogê û got, "Em ê li hemberî êrîşên muhtemel weke xweparastinê bersivê bidin. Di çarçoveya pêngava xweparastinê de, QSD û Hêzên Rizgariya Efrînê - gelek çalakî li dar xistin. Li Til Temir, Zirganê, Şehba û Til Rifet gelek çalakî hatin lidarxistin û gelek çete hatin kuştin. Li hemberî êrîşên bi vî rengî bertekên mezin tên. Gel li pişt artêşa xwe ye û bersiva êrîşên Tirkiyeyê dide. Planên Tirkiyê wê negihêjin armancên xwe. "Hêzên garantor tenê li ser navê xwe li vir in û heta niha bersiv nedane Tirkiyeyê."
banga yekîtiyê dikin
Ciwana anî ziman ku Tirkiyeyê di 25’ê Cotmehê de cihekî petrolê yê li nêzî cihê ku hêzên koalîsyonê lê bi cih bûne bombebaran kir û got, “Lê belê dema hêzên koalîsyonê ji cihê ku Tirkiyeyê lê xistibû derbas bûn, nesekinîn û nenêrin. Ev nîşaneyên pirsê derdixe holê. Ger hêzên koalîsyonê li hemberî êrîşan bêdeng bin, wê demê ew jî hevparê êrîşê ne. Êrîş hê jî dewam dikin. Rêveberiya Xweser her tim li kêleka gel e û banga yekîtiyê dike."