'Jin li wargehan ne di nava ewlehiyê de ne'
- 09:04 22 Cotmeh 2024
- Rojane
Arjîn Yuksekbag
ENQERE - Her ku qetlîamên jinan zêde dibin, pirsgirêkên ewlehiyê yên li wargehan jî balê dikişîne. Sekretera Hiqûqê ya Peymana Kar a Kolektîf a Egîtîm Senê Ozlem Tolu banga tedbîrên lezgîn kir û got, "Ewlehiya jinan nayê temînkirin, ev rewş dibe sedem ku jin ji perwerdehiyê dûr bikevin."
Dema ku qetlîamên jinan gihiştine asta qirkirina zayendî û jin li her qadê di bin tehdîdê de ne, ev rewş li herêmên ku wargehên dewletê lê ne jî dest pê dike. Bûyerên windakirin an qetilkirina jinên li saziyên perwerdehiyê yên li Tirkiyeyê weke "întîxar" tên nîşandan û komkujiyên piştî windakirina Gulİstan Doku dewam dikin, di rojevê de ne.
Sekretera Hiqûqê ya Peymana Kar a Kolektîf a Egîtîm Senê Ozlem Tolu, der barê nehiştina parastin û misogerkirina ewlehiya jinan a li wargehên dewletê de nirxandin kir.
Pirsgirêkên ewlehiyê
Ozlem da zanîn qetilkirinên jinan wekî întixarê tên nişandan û wiha got: “Li vî welatî ji perwerdeya navîn heta zanîngehê her tim pirsgirêka ewlehiyê ya xwendekarên jin heye. Lê dema ku em ji perspektîfa perwerdehiyê lê dinêrin, sedemên wekî çaresernekirina pirsgirêkên cûrbecûr yên xaniyan ne tenê li zanîngehan, di heman demê de li lîse û dibistanên amadeyî, û ewlekariya jinan ji her temenî dixin xeterê."
'Ji bo xwendekaran tedbir nayê girtin'
Ozlemê destnîşan kir ku dûrbûna wargehên zanîngehê ya ji navenda bajêr pirsgirêka ewlehiyê çêdike û destnîşan kir ku dema çûn û hatina jinan de jin bi destdirêjiyê rû bi rû dimînin. Ozlemê wiha berdewam kir: “Li cihên niştecihbûnê yên wargehên ku xwendekarên zanîngehê lê dimînin,talûke heye ji bajêr dûr e. Ev kêmasî ji ber rewşa wan a niha metirsiyên ewlehiyê yên pir cidî çêdike. Nerehetiya ji ber ronahiya ne têr a li derdora wargehê çêdibe, weke ku di saetên serê sibehê de veguheztin, ev hemû dibin xeterê. Li derdora wargehê rewşên ku kesên nasnameya wan baş nayê zanîn bi wesayîtên xwe li wargehê digerin, xwendekaran tehdît dikin û ditirsînin, heta dibe sedema tacîzê. Tevî ku giliyên heyî jî ev pirsgirêk çareser nabin, nayê gotin ku ji bo wan tedbîr hatine girtin. Loma jî xwendekar nikarin zanîngeha xwe dewam jî bikin.”
'Ji îro zêdetir pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye'
Ozlemê got, "Bi giştî li tevahiya welat pirsgirêka kuştina jinan heye. Ev pirsgirêk me mecbûrî têkoşîneke aktîf dikin. Em ji niha û pê ve tu carî paşde gav navêjin."
'Rêveberiyên herêmî berpirsyar in'
Ozlemê diyar kir ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên ewlehiyê yek ji wan gavên ku divê bên avêtin çareserkirina kêşeya malên xwendekarên keç e û diyar kir ku divê hê bêhtir wargehên bi ewle bên avakirin û wiha got: "Armanca me ya sereke çareserkirina xaniyan e. Pirsgirêka jinên ku perwerdeya xwe didomînin. Ji ber ku em dibînin ku her çendî di van salên dawî de hejmara yurdên Saziya Krediyê û Xwargehan zêde nebûbe jî, kapasîteya wê zêde bûye. Ev rewş jî bi aboriyê ve girêdayî ye. Bi taybetî jî kirêya bilind yek ji sedemên herî girîng ên pirsgirêkên xaniyan e û ji ber vê yekê jî dibe sedem ku xwendekar zêde li wargegan bên qeydkirin. Divê zêdetir wargeh bên çêkirin, şaredarî li ser binesaziya van wargehan, ronîkirina wan, ewlekariya rêyên wan tevbigerin û wesayitên çûnûhatinê yên cemaweriyê bigihînin wargehên herî nêz. Pêwîste hem rêveberiyên herêmî hem jî siyasetmedar li hev bicivin û vê pirsgirêkê çareser bikin. Helbet em ê daxwazên xwe bidomînin, lê divê erkên xwe yên herî bingehîn jî bi awayekî ku ewlehiya jinan pêk bîne, pêk bînin. Em jî wekî Egîtîm-Sen û sendîka daxwazên xwe didomînin. Mafê ewlekarî û jiyanê pêwîst e; Ev ji bo me hemûyan mijarên pir girîng in. Em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin."