'Li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê têkoşîn divê'
- 09:02 22 Cotmeh 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Derûnînas Bahar Bayindir, bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û got: "Zêdebûna şîdetê û qetilkirina jinan girêdayî polîtîkayên îktîdarê ya bêcezahiştinê ye."
Tundiya ku bûye gerdûnî, li hemû qadên hemû beşên civakê belav bûye. Li daneyên ajansa me berhev kiriye, tenê di 10 mehên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê 273 jin hatine qetilkirin, 148 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Bêceza hiştina kiryaran rê li ber bûyeran vedike. Gotin û polîtîkayên îktîdarê jî hêzê dide kiryaran.
Derbarê mijarê de derûnînas Bahar Bayindir ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Bahar, diyar kir ku tundî hêj di biçûktiyê de destpê dike û bi derûniyê re jî pêş dikeve û got: "Derûniyê, mirov tu carî nikare ji norm, nirx û pergala civakê cuda bigire. Derûnî girêdayî dînamîkên malbatê e. Mînak dema kesek bê hezkirina malbatê û di nav tundiyê de mezin bibe bi bandor dibe, di heman kes heman helwestê li hemberî hemû zindiyan nîşan dide. Heke kesek bizane ki tê hezkirin, hurmet û nirx dibîne dikare nirxe bide civakê û tu carî nikare zirarê bide civakê."
'Divê kiryar bên cezakirin'
Bahar di axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê: "Polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber zêdebûna şîdetê vedike. Gelek caran tê gotin ku 'Şîdet polîtîk e' û ev yek girêdayî polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Li gelek welatan dema şîdet pêk tê mekanîzmeyên cezayê dikevin meriyetê. Lê ev yek li welatê me nîne. Ji bo parastina jin û zarokan Peymana Stenbolê û qanûna 6284'an hebû û hatin rakirin. Di hiqûqê nayên sepandin. Mirov dibîne ku jinên ku hatine qetilkirin bi dehan caran serlêdana tundiyê kirine. Divê kiryar bihata cezakirin û di hêla derûniyetê bihatana tedawîkirin û piştevaniya civakî lê bihata kirin. Lê ji ber ku ew yek nehatin kirin jin tên qetilkirin."
'Divê têkoşîn bê mezinkirin'
Bahar, diyar kir ku tundî pirsgirêkek gerdûnî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li dijî polîtîkayên bêceza hiştinê helwesteke zelal bê nîşandan. 3 sal in Peymana Stenbolê hatiye betalkirin û em dibînin ku di nav 3 salan de şîdeta li hemberî jin, zarok û ajalan zêde bûye. Li dijî vê yekê dibe ku dezgehên sivîl ên civakî û hîn kesayet pergalek diafirînin, lê tişta ku niha hewce dike jî mezinkirina têvkoşîna li dijî polîtîkayên bêcaza hiştinê ye."