Çalakgerên ‘Deng bidin azadiyê’: Ew dikare aştiyê bîne cîhanê
- 09:02 11 Cotmeh 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş
AMED - Xizmên girtiyan yên tevli çalakiya "Deng bide azadiyê" ya di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat destpêkirin bûn diyar kirin ku dewlet ji fikrên Abdullah Ocalan ditirse û gotin ew kesekî ku dikare aştiyê bîne ye.
Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal li pey xwe hişt. Abdullah Ocalan ji wê rojê de ye di bin tecrîda giran de li Îmraliyê tê girtin. Ji bo "Azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd" di asta global de kamyayek di 10’ê cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin û kampanyayê jî salek li pey xwe hişt. Xizmên girtiyan çarçoveya kampanyayê de 4’ê Sibatê de çalakiya ‘deng bide azadiyê’ da destpêkirin.
Xizmên girtiyan yên tevli çalakiya "deng bidin azadiyê" ya li Amedê ji du hefteyan carekê pêk tê bûn axivîn.
Ji xizma girtiyan Methiye Çakmak da zanîn ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dike û wihagot: “Sê sale ne malbat ne parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Girtî terkî mirinê hatine kirin. Kes deng nake. Divê her kes rabe ser piyan. Dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin ev tecrîd bidawî bibe. Baila tecrîda li ser serokatiyê bidawî be. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Zarokên me ji bo vê axê têdikoşin’
Nazîme Boltan jî balkişand ser azadiya Abdullah Ocalan û wiha anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê rabe wê tecrîda ser zarokên me jî rabe. Ev herdu girêdayê hevin. Înfaza zarokên me diqede lê bernadin. Em vê qebûl nakin. Em her tim ligel zarokên xw ene. Zarokên me jib o vê axê têkoşîn meşandin. Ez bang li hemû kesî dikim em jî ji bo zarokên xwe têbikoşin.”
‘Kurê min meheke telefon nake’
Gulîstan Budak anî ziman ku tecrîd li ser hemû kesî pêk tê û got: “Em ji bo serokatiya xwe, ji bo zarokên xwe û zimanê xwe hatine vir. Nahêlin em bi zarokên xwe re bên gel hev. Kurê min mehek zêde ye telefon nekiriye. Em sedemê dipirsin dibêjin cezayê wî heye.Em aştiyê diwazin. Bila tecrîda li ser zarokên me rabe.”
‘Bila girtiyên nexweş berdin’
Emîne Al jî diyar kir ku li keça wê Gulîstan Al cezayê muebeta giran hatiye birîn û wiha dirêjî dayê: “Nahêlin Gulîstan birazî û xwarziyên xwe bibîne. Gulîstan li Girtîgeha Bunyan ya Kayseriyê dimîne. Rê dur e. Muebet lê birîn. E vê qebûl nakin. Bila tecrîda li ser serokatî û zarokên me rakin. Bila girtiyên nexweş berdin.”
Meryem Soylu jî balkişand ser tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan û got: “Çima ji gelê Kurd ditirsin. Ez tecrîdê şermezar dikim. Bila serokatiya me berdin. Ev zilm wê heta ku derê dê bidome. Êdî bes e. Em vê qebûl nakin. Bila tecrîd bidawî bibe. Divê bi gelê Kurd re li ser maseyê runin. Neçarin Em vê zilmê êdî qebûl nakin.”
‘Ew dikare aştiyê bîne cîhanê’
Halîmeyê Topuz jî ev tişt anî ziman: “Encamên tecrîda li ser Abdullah Ocalan pir giranin. Ez bang li wezareta dadê dikim. Ez bang li dewleta Tirk dikim. Divê dengê gelê Kurd bibihîzin. Li ser zarokên me tecrîdek mezin heye. Em vê qebûl nakin. Abdullah Ocalan dikare azadiyê bîne cihanê. Bi azadiya Abdullah Ocalan wê hêvî ji bo gelê Kurd bê.”