Jinan di konferansê de azadiya Abdullah Ocalan xwestin

  • 09:04 10 Cotmeh 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Bi munasebeta salvegera 26'an a destpêkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Kongra Star û Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Apo konferansek li dar xistin. Di konferansê de jinan daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Kongra Star û Însiyatîfa Sûrî ya Azadiya Rêber Apo bi dirûşma "Felsefeya jiyana azad a Rêber Apo, çareseriya tevahî aloziyên li Rojhilata Navîn e" li hola Star Layit a dikeve devera bi navê Şiqeyif konferans li dar xist. Bi amadebûna 400 kesî ya ji sazî, dezgeh, rêxistin, partî, tevger û malbetên pakrewanan konferans hat lidarxistin.
 
Jinên tevli konferansê bûn têkildarî peyam û naveroka konferansê nirxandin kirin. 
 
'Ji bo azadiya Rêbertî di têkoşînê de bi israr in'
 
Endama Tevgera Yekitiya Jinên Ciwan her wiha Endama Komîteya Insiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Kongra Star, Reşe Milhêm da zanîn ev konferansa ku hatiye lidarxistin ji bo pêşketina jinan, ji bo siberojeke baş a civakê gelekî girîng e û wiha pê de çû:" Bi munasebeta derbasbûna 26 salan a ji ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me ev konferansa xwe li dar xist. Em dewamkirina vê komployê şermezar dikin. Di konferansê de, me gelek nîqaş û nirxandin derbarê mijarên tecrîd, têkoşîn, azadiya jinan, rêxistinbûyina li dijî êrişan, kirin. Her wiha em ê ji bo azadiya Rêbertî ya fîzîkî, di nava Helebê de xebatek çawa û di çi astê de bidin meşandin, em li ser vê yekê sekinîn."
 
'Felsefeya Rêbertî çareya tevahî aloziyan e'
 
Têkildarî peyamên konferansê Reşe da zanîn jinan xwestine tecrîd bi dawî bibe û civak bigihêje azadiya xwe û got:"Rêxistinbûyin û têkoşîna jinan weke xalek girîng hat destgirtin. Her wiha ji bo zêdetir xwendina parêznameyên Rêbertî yên ku dikarin ji tevahî pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de rû dane bibin çareyek, jinan axaftinên xwe kirin. Ji ber ku felsefeya Rêbertî wê bibe çirûska azadîkirina tevahî civakên bindest loma jî axaftina li ser vê yekê gelekî girîng e. Em careke dinê, soza xwe nû dikin ku em ê sala 2024'an bikin sala azadkirina Rêberê xwe ya ji girtîgehê."
 
 
'Bi têkoşînê wê dawî li komployê were'
 
Di heman demê de Endama Meclisa her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê Arîn Henan jî wiha got:"Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em bi hev re li vir kom bûne her wiha ancax felsefeya Rêberî bibe hêza çareserkirina hemû aloziyên ku heta niha di nava Rojhilata navîn de rû dane. Ev konferansa me bi coşa gel hat lidarxistin. Ev komploya ku destê hemû dewletên komploger tê de hebû û heta niha dewam dike wê bi saya têkoşîna gel û bi taybet bi têkoşîna jinan têk biçe."