Komkujiya 10’ê cotmehê: Di 9 salan de gumanbar nehatin darizandin
- 09:15 9 Cotmeh 2024
- Hiqûq
Melek Avci
ENQERE - Senem Dogaoglu der barê doza Komkujiya Garê de axivî û got di 9 salan de di alî gumanbariya dewletê de gelek belge û dokuman hatine dosyayê lê yek peywirdarekî cemawerî ku ji bombevanan re eskortî kiriye nehatiye darizandin. Senemê got pêvajoya DMME’ê dane destpêkirin.
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê ‘Mîtinga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ a bi dirûşma "Li dijî şer niha aştî" hat lidarxistin. Di encama êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî bi hezaran kesî de jin jî di nav de 103 kesî jiyana xwe ji dest dan. 20 jê zarok 391 kes birîndar bûn. Komkjiyê 9 salên xwe tije kir û di doza hat vekirin de 1’ê Tîrmehê de biryar derket. 4’emîn dadgeha ceza giran a Enqereyê der barê gumanbarên girtî Yakup Şahîn, Hakan Şahîn, Resul Demîr, Îbrahîm Halîl Alçay, Haci Alî Durmaz, Erman Ekîcî, Talha Guneş, Huseyîn Tunç, Metîn Akaltin de ji sûcê ‘kuştina mirov’ her yekê 101 sal cezayê meubeta giran da. Her wiha ji sûcê ‘teşebusa kuştina mirovan’ jî 379 caran 18 sal cezayê girtîghê hat birîn. Li Erman Ekîcî ji sûcê ‘sûcê li dijî mirovahiyê’biryara beratê hat dayîn. Parêzre Senem Doganoglu der barê pêvajoya darazê ya 8 salan de axivî.
Senemê got di 2018’an de biryara der barê girtina de hatibû dayîn û dadgeriyê ev biryar di alî hinek gumanbaran de xera kiriye û got: “Darizandina vê dest pê kir. Di 2019’an de darizandina ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ berdewam kir. 5 salan berdewam kir.1’ê Tîrmehê de biryar derket. Der barê endamên DAIŞ’ê de ji sûcê li dijî mirovahiyê biryara beratê hat dayîn.”
Senemê daxuyakirin ku bi dayîna biryarên beratê re pêvajo birine îstînafê û çûne riya temyîzê. Senemê got ew niha li bendê encamê ne û wiha domand: “Ya esas eve ku tu aliyê hiqûqî yê biryarên beratê ku der barê sûcê li dijî mirovahiyê hatiye dayîn tuneye. Tu hinceta vê tuneye. Me di 2018’an de dîsa îdiayên xwe danî holê dadgehê ev biryar nîqaş krin û got ev binpêkirina pergala destura bingehîne. Gotin yên li mîtînga 10’ê cotmehê civak e û ev sûc li dijî civakê hatiye kirin, lê gotin hedefa esas ji holê rakirina pergala destura bingehîn a dewletê ye.”
Cîhanê got qirkirin e lê Tirkiyeyê çi kir
Senemê anî ziman ku tevî hemû delîlên di dosyayê de biryara beratê hatiye dayîn û got ev biryar nayê qebûlkirin. Senemê diyar kir ku pêvajoya DMME’ê dane destpêkiri nû got: “Hemû cîhanê ji êrîşa DAIŞ’ê re got qirkirine. Tirkiyeyê çi kir. Tirkiyeyê got ‘na sûcekî wisa çênebûyre’ û biryara beratê da. Ev nikare bê qebûlkirin.Bê kontrolbûna nava dewletê de nikare pêşî li veşartina belgeyan bigire. Komkujî di bin agahiya TEM, îstîxbarat û emniyetê de pêk hat.”
Senemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dadgehê ji destpêkê de pêşiya darizandina peywirdarên cemawerî girt. Emniyeta Dîlokê ji îxbara der barê gumanbaran de tê re tenê dibêje ‘temam’. Tevî hemû delîlan yek peywiredarekî cemawerî nehat darizandin. Lê bêguman wê rojekê hemû ji ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ bên darizandin û cezakirin.”