‘Li dijî şîdetê rêxistinbûn dive’
- 09:04 3 Cotmeh 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber polîtîkayên ku desthilatdariya mêr pêk tînin, tundiya li ser jin û zarokan zêde dibin û gumanbar jî nayên darizandin.
Li her derê cîhanê tundiya li ser jin û zarok didome û li Tirkiye û Kurdistanê jî her diçe zêde dibe. Bi polîtîkayên serdest yên mêr, tundiya mêr zêde dibe, ji ber tundiyê her roj jin û zarok tên qetikirin. Destdirêjî li jin û zarokan tên kirin. Mafê jiyana wan tê binpêkirin, gumanbar jî bê ceza tên hiştin û ji ber bêcahiştinê jî tundî tê rewakirin.
Li gorîdaneyên ajansa me berhev kirin di 8 mehên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê 233 jin û 33 zarok hatine qetiklirin. 133 jin û 15 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Jinan der barê êrîş û zextên li ser jinan ji ajansa me re axivîn.
‘Cîhanek ber bi rastgiriyê ve diçe heye’
Endama Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îdîl Ugurlu, diyar kir ku qetikirin û êriş tenê bi vê demê ne sînorin û li seranserê cîhanê li hember jinan êrişek heye. Îdîlê wiha dirêjî dayê: “Cîhan ber bi rastgiriyê ve diçe. Bêguman van deman de herî zêde berê xwe didin jin û zarokan. Qetilkirina Narînê, parçekirina beden ne titşekî normale. Bi salan berê bûyerên Pinar Gultekîn, Ozgecan Aslan û Munever Karabulut hatin jiyîn. Ev tişta em behs dikin pêvajoyek dirêje. Kokên wê yên dîrokî hene.”
‘Li dijî zîhniyeta mêr çareserî rêxistinbûne’
Îdîlê daxuyakirin ku li dijî van tiştên tên jiyîn divê zîhniyeta mêr bê lêpirsînkirin û wiha dawî lê anî: “Li dijî vê divê jin xwe rêxistin bikin. Divê civak xwe rêxistin bike. Gelê rêxistinkirî, civakek rêxistinkirî hebe. Di qanûnan de dibe ku di bin ewlehiyê de be lê pratîkê de ne wisa ye. Ewlehiya can nayê girtin. Ewlehiya jin û zarokan nayê girtin. Mexdur nayên parastin. Ya girîng eve ku em şopdarê vê bin.”
‘Malbat dewletek biçûk e’
Sekretera Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Amedê Îlknur Ayik jî fehskirina peymana Stenbolê bibîr xist û got li Tirkiyeyê polîtîka bêcezahiştinê her diçe mezin dibe û wiha domand: “Piştî feshkirina peymana Stenbolê cînayetên jinan zêde bûn. Divê pêşî li vê bê girtin. Divê daraz dewelt ceza bide van kujeran. Di esasê de malbat ji xwe dewleta biçûke. Mêr bûne dewet û ji vê hêzê digirin, mriovan dikujin, destdirêjiyê dikin û vê wek maf ji xwe re dibîne.”
‘Ez xwe ewle nabînim’
Îlknurê wiha dawî lê anî: “Li dijî polîtîkayên tundiyê divê jin bên gel hev. Divê hiqûq pêk bê. Ger ku hiqûq li gorî kesan pêk bê wê demê ev dijhiqûqiye. Ez xwe ewle hîs nkim. Tu jin û zarok jî xwe ewle hîs nakin. Divê ewil em ji malbatê dest pê bikin. Jin dema ditirsin mixabin dikarin şûnde gavê bavêjin. Divê em xwişkên xwe tenê nehêlin.”
‘Tiştên em dizanin, yên çapemeniyê de dertên e’
Endama Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Nurcan Delîl jî nêrînên xwe anî ziman û da zanîn ku ew bûyerên tundiyê bi qasî di çapemeniyê de tê dîtin fêr dibin û got: “Tenê li Kurdistanê qetilkirin, destdirêjî tuneye. Li hemû cîhanê û Tirkiyeyê ev pêş dikeve. Bi salan berê jî ev destdirêjî û cînayet hebûn. Tiştên em dizanin tenê yên di çapemeniyê de dertênin. Li Tirkiyeyê edalet tuneye. Gel nikarin fikr û ramanên xwe bînin ziman. Yên tînin jî tên girtin. Em nikarin behsa edaletê bikin. Divê ev bê lêpirsînkirin.”