Di nameya saziyên navneteweyî de tecrîd heye, lê...

  • 09:40 19 Îlon 2024
  • Rojane
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Prof. Kariane Westrheim, ya ku bi sedan îmze û name ji saziyên navneteweyî re şand û bersivên wê girt, anî ziman ku tecrîd heye û sazî di çalakiyên xwe de kêm in. Kariane got:" Saziyên mezin ên wekî YE an jî Konseya Ewropayê divê bêjin 'we mafên mirovan binpê kiriye, encamên wê jî ev in lê di pratîkê de tu encam der barê binpêkirinên Tirkiyeyê de nîne."
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) diyar kir ku cezayê giran ê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 18'ê Adara 2014'an de bêyî mafê berdana bi şert (mafê hêviyê) li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. Ji Tirkiyeyê xwest ku rêziknameyekê çêbike. Ji ber ku Tirkiye tevî 10 salên dawî û bi bandora tevgera azadiyê ya ku dest pê kiriye tu gav neavêtiye, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya navbera 17-19'ê Îlonê de ku biryar û daxwazên binpêkirina AÎHM'ê hatine bicihanîn yan nehatiye bicihanîn, nîqaş kir.
 
Li gel van geşedanan 69 xelatgirên Nobelê ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) re name şandin. Di meha tîrmehê de li dijî tecrîda li Îmraliyê hat gotin, "Em daxwaza azadiya Ocalan ji Îmraliyê dikin û muzakereyên hatine rawestandin ji nû ve bidin destpêkirin" û banga çalakiyan hat kirin. ECHR li ser navê xelatgirên Nobelê bersiva Profesor Kariane Westrheim a ji Zanîngeha Bergenê da. Di nameya 29'ê Tebaxê de, rayedara DMME'yê Marialena Tsirli spasiya Kariane Westrheîm kir ku tenê mijara şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan kişandiye ser xwe. Kariane li ser van hemû geşedanan nirxandin kir.
 
*Di vê havînê de ji saziyên Ewropayê der barê tecrîd û cezayên giran ê li Tirkiyeyê de du daxuyaniyên girîng hatin. Yek ji van jî nirxandina Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser "mafê hêviyê" yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ya duyemîn jî rapora çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê ye. Hûn van geşedanan çawa dinirxînin?
 
Lijneya Wezîran mafê hêviya birêz Ocalan ji nû ve nirxand. Ev yek girêdayî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo birêz Ocalan cezayê hepsê yê heta hetayê bê berdan e. Dadgehê di sala 2014’an de biryar da ku cezayê hepsê yê heta hetayî yê birêz Ocalan bêyî îmkana serbestberdana bi şert û paşdexistina girtina wî, binpêkirina xala sêyemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye ku bi taybetî parêzbendî û muameleya biçûkxistinê ya li ser girtiyan qedexe dike. AÎHM’ê diyar kir ku cezayê heta hetayî yê bê îmkana berdanê, prensîba “mafê hêviyê” binpê dike. Li aliyê din Lijneya Wezîran çavdêriya cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dike ku bang li Tirkiyê dike ku li ser vê mijarê bisekine. Mesela azadkirina Birêz Ocalan diviyabû li ser bingehên wek “rehabîlîtasyonê” bihata kirin. Ev tenê mînakek e. Helbet di sala 2014'an de wezîrên konsolosxaneyê ji kar hatin dûrxistin û ji wê demê û vir ve lijneya wezîran li ser vê mijarê zextên li ser Tirkiyeyê berdewam dike. Civîna ku wê di navbera 17-19'ê Îlonê de li Lijneya Wezîran bê kirin jî bi vê ve girêdayî bû. Ev ya yekem û ya duyem e; Rapora çavdêriyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Tirkiyeyê jî gelek girîng e ji ber ku Rapora Çavdêriyê ya 2024'an a Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya li ser Tirkiyeyê fikarên girîng ên li ser îşkenceyê û gelek lêkolînên li ser van pêkanînên Tirkiyeyê derxistiye holê.
 
Fikar çi bûn; îşkenceya sîstematîk, rewşa girtiyan bi tometa terorê, ku piraniya girtiyan ji ber dijberiya siyasî di girtîgehê de ne. Piştî derbeya 2016’an a li Tirkiyeyê ev rewş zêde bû û tê gotin ku bi girseyî girtin û binpêkirinên mafên mirovan hene. Di heman demê de, li hemberî pêkanînên rayedarên înfazê, rewş û şert û mercên girtîgehan û bi taybetî jî li hemberî jinên ducanî, girtiyên siyasî û komên din ên mexdûr, bêcezabûnê jî tîne rojevê. Serxwebûna darazê û muameleya bi koçberan re jî heye. Pirsgirêkên sereke yên Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ev in û NY zextên li ser Tirkiyeyê didomîne da ku mekanîzmayên pêşîlêgirtina îşkenceyê pêk bîne. Ji ber girîngiya van herdu gotinan ez dikarim bibêjim ku ev gotin û raporên pir girîng in û divê bên şopandin. Ji Tirkiyeyê gelek sazî; Em dizanin ku saziyên Ewropayê, rêxistinên mafên mirovan û komeleyên hiqûqî bang li Tirkiyeyê dikin ku gavekê bavêje. Her wiha bang li saziyên Ewropayê jî dikin ku tiştekî bikin. Ger gav neyê avêtin ev rewş dê xirabtir bibe. Tiştê ku kêm e, ne gotin in, ji ber ku gelek erênî ye ku Komîteya Wezîran vê mijarê dişopîne, lê pêwîst e zextên zêdetir li ser Tirkiyeyê bê kirin da ku gav bavêje. Ev dubendiya rastîn e. Bi awayekî, pirsgirêk ev e, dijwariyek heye.
 
*Beriya niha jî gelek caran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryarên binpêkirinê hatin dayîn û ji Tirkiyeyê hat xwestin ku qanûnên xwe li gorî peymanên navneteweyî bi cih bîne, lê tu pêşketin û destnedan çênebû. Hûn vê yekê bi çi ve girê didin?
 
Ev hemû ji bo girtina tedbîrên ku dikarin piştgiriyê bidin zextên li ser Tirkiyeyê ye, lê pirsgirêk ew e ku tu gav nayên avêtin. Biryar hene, civîn hene, rapor hene, lê gava din çi ye? Ew ê çi bikin? Ez difikirim ku pirsgirêk ev e û heya ku ew li ser wê neşopînin, em li benda civîna bê, an sala pêş, an çar salên pêş me ne, berî ku ragihandinek bi vî rengî were dayîn, pêvajoyek ku her ku diçe paşde diçe. Ji bilî vê, pêdivî ye ku ji hêla saziyên Ewropî ve pir zêde tevbigerin. Gelek rêxistin û çapemenî hene ku saziyên Neteweyên Yekbûyî û saziyên Ewropayê dişopînin û wan mecbûrî çalakiyan dikin. Li gel van hemûyan jî pirsgirêk ew e ku nakin. Helbet ez dizanim ku ne hêsan e. Ji ber ku gelek astengiyên siyasî û rewşên jeopolîtîk carinan rê nadin van rêxistinan ku bikevin tevgerê, lê eger stratejiyeke wan a li ser çawaniya şopandin û girtina tedbîrên li hember vê tune be, pêwîst nake ku van hemû daxuyanî û raporan bidin.
 
*Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di civîna xwe ya 17-19'ê Îlonê de "mafê hêviyê" yê Birêz Ocalan bîne ziman. Çima ev civîn ji bo demokrasî û mafên mirovan bi giştî girîng e?
 
Ev pirsgirêkek têkildar e. Bê guman girîng e ku komîte bi berdewamî bang li Tirkiyê dike ku bi biryarên dadgehên Ewropî tevbigere, biryarên sala 2014'an jî di nav de. Lê belê encamên civînê û biryara ku bê dayîn hê jî gelekî ne diyar e. Li Tirkiyeyê heta niha guhertinên qanûnî yên ku ji bo birêz Ocalan an jî kesên ku bi cezayê muebbetê yên girankirî hatine berdan, nekiriye. Ji ber vê yekê, di civîna 17-19'ê Îlonê de, dibe ku Komîteya Wezîran di derbarê cîbicîkirina biryarên rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan ên ku bang li wan kiribûn ku di vê mijarê de zextê li wan bikin, ji Tirkiyeyê ravekirinê bixwaze. Ji ber vê yekê, komîte dikare lêkolînên xwe zêde bike da ku gavên din bavêje. Tiştek ku me li ber çavan negirt ev e ku ew hemî li ser Tirkiyeyê hinekî bi tedbîr xuya dikin. Naxwazin zêde zor bidin. Ji ber vê yekê ew hewce ne ku zextê bikin û nîşan bidin ku ew bi rastî çi dikin, ku ew vê pêvajoya adaptasyonê pêk tînin. Lê divê em li benda encama hevdîtinê bin ku bi rastî çi qewimî. Weke ku min got, faktorên siyasî û helwêsta huqûqî û siyasî ya Tirkiyeyê, dibe ku di derbarê girtina birêz Ocalan de îhtîmala guhertineke lezgîn bi sînor bike. Lê biryar dê bandorek berfireh bike, bi hezaran girtiyên din jî eleqedar dike û bandorê li wan dike.
 
Em hin gavên mijarên kevn dibînin lê ew ne bes e. Ev ne mesele ye. Lê ez difikirim ku divê em li bendê bin û bibînin ka çi diqewime û hêviya çêtirîn bikin. Ger encamek dernekeve yan jî em li pişt encamên hevdîtinên xwe yên li derve çalakiyek berbiçav nebînin. Divê em zextê li van hemû sazî û dezgehên li Ewropayê bikin ku hîn zêdetir bikin. Ez difikirim ku ev çêtirîn e ku heya niha em dikarin bikin, lê dê pir balkêş be ku em bibînin ka piştî vê civînê çi dibe.
 
* We têkildarî rastiya tecrîdê ji DMME û saziyên Ewropayê re name şand. Çima we hewce dît ku vê nameyê bişînin?
 
Ev nameya ku ji aliyê xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê ve hatiye nivîsandin, bang li Lijneya Wezîran, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT'yê bû ku li ser van mijarên ku em nîqaş dikin bikevin nava tevgerê. Me ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Wezîran jî bersiv girt. Bersiva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pir nezelal, pir kurt bû. Tenê spasiya nivîskarên Xelata Nobelê dikirin ji ber hesasiyeta wan û name şandin. Her wiha diyar kirin ku ji ber parvekirina agahî û perspektîfên li ser doza birêz Ocalan û girtiyên din spas dikin. Paşê, li ser bersiva ku me girt, me nameyek nû ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re şand; Di vê nameyê de me ewil ji ber bersiva wan spasiya wan kir û diyar kir ku wergirtina bersivên ji xelatgirên Nobelê gelekî erênî ye. Lê tecrubeya me ew e ku Tirkiye xema tiştekî nake. Ji ber vê yekê jî pêwîste di van mijaran de li hemberî Tirkiyeyê hîn zêdetir gav bên avêtin û helwesteke gelekî zelaltir bê nîşandan. Em nizanin ka ew ê bersivê bidin daxwazên me an na, ku belkî dê bersivê nedin, lê bi bersivdana nameya Nobelê, wan nîşan da ku ew bi rastî girîngiyê didin mijarê. Name standin û xwendin. Wan navgînek girt, ji ber vê yekê bi serê xwe pêşkeftinek pir erênî ye, her çend wan tiştek negotibe jî.  Di nav de spasî heye, lê bersiv bi xwe li ser navê Serokê Dadgehê hat şandin, ku ev pêşveçûnek pir hêvîdar û baş e.
 
Komîteya Wezîran jî bersiva nameya Nobelê da. Derbarê civîna bê de agahî parve kirin. Wan got ku ew ê di civîna demkî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de li ser mafê hêviyê yê birêz Ocalan û girtiyên din ên heta hetayê biaxivin. Wan bi nameya ku tê de zêdetir eleqeya xwe di derbarê mijarê de diyar kirin, nîşan dan ku ev yek girîng e. Gotin, "Me nameya Nobelê ji hemû yekîneyên Konseya Ewropayê re şand." Ev bersiveke pir erênî bû û me hema hema heman bersiv da vê nameyê ku me da Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û got ku divê gav were avêtin ji ber ku ezmûnên me pir neyînî ne û em çi ji Tirkiyeyê re bikin jî. Em çi bibêjin jî ji bo Tirkiyeyê ferq nake. Tirkiye xem nake. Civaka navneteweyî, saziyên sereke yên wek YE an jî Konseya Ewropayê li pey Tirkiyeyê nabin, dibêjin "Na, em naxwazin vê bikin." "Em tiştên ku hûn dibêjin fam dikin, em dibihîzin, em biryara Dadgeha Ewropî dizanin, lê em guh nadin wan."  Ji ber vê yekê pirsgirêk bi dawî dibe. Divê vê gotina Tirkiyê pir cidî bigirin û bibêjin, “Temam, em dîsa bi bîr tînin, hûn pîvanên me li ber çavan nagirin. We mafên mirovan bin pê kir. We wisa kir û bi vê yekê re encamên wê hene.” Lê di pratîkê de di derbarê binpêkirinên Tirkiyeyê de tu encam, tu ceza namîne û ev yek gelekî aciz dike.
 
* Weke parêzvanê mafên mirovan, hûn ji bersiva saziyan a li ser vê nameyê têr dibînin? Ma hûn vê yekê bes dibînin ji ber ku em nikarin di berdêlê de tu ceza û gavan bibînin?
 
Dibe ku em stratejiyên xwe ji nû ve ber çavan re derbas bikin, ji ber ku heta niha me tu bersivek ji hewl û hewlên ku ji bo guhertina siyaset û helwesta Tirkiyê li hember kurd û girtiyên siyasî hatine kirin, wernegirtine, lê ez bi hêvî me. Ez dizanim ku me gelek karên baş kirine, lê em nikarin deriyan vekin. Bi rastî vekirina deriyan ne bes e. Belê, car bi car hinek qurmên hêviyê didin pêşiya me, hin pencereyên vekirî hene, lê hê derî li ber me bi tevahî ne vekirî ye û gelek sedemên vê yekê hene. Lê ez difikirim ku divê em bi hev re rûnin û tiştê ku nexebite bibêjin, nîqaş bikin. Di derbarê vê mijarê de em dikarin çi bikin? Divê em li ser bisekinin ka em çawa dikarin van pêşveçûnên hinek neyînî binirxînin. Ez bawer nakim ku hemû alîgirên kurdan û her kesê ku haya wan ji rewşê heye, dev jê bernedin an jî bêhêvî bibin. Ez difikirim ku ew bi enerjiyê tije ne û dê berdewam bikin ku baş bikin. Dibe ku rêyên din jî hebin ku divê em bifikirin. Divê em li her welatekî di asta dîplomatîk de zêdetir bikin. Mînak ez li Norwêcê dijîm, ger hewce bike bi rayedaran re têkilî daynin, tiştan ji wan daxwaz bikim, wan ji rewşê agahdar bikim. Ji wan bipirsin: “Hûn ê çi bikin? Tu endamê Konseya Ewropayê yî. Mecburiyeta we heye. Binêrin, Tirkiye welatekî ku li gorî pîvanan tevnagere. Hûn ê çi bikin? Divê bê gotin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku em dikarin ji bo pêwendiya li ser asta dîplomatîk li her welatekî bêtir bikin. Ez nabêjim ku tenê ev rê ye, ji ber ku pêwîstiya me hem di asta dîplomatîk û hem jî ya bingehîn heye û em li ser karên ku niha dikin berdewam bin, lê divê em li ser riyên nû jî bifikirin ji bo çareserkirina vê pirsê. Ev pir girîng e, berî her tiştî em temenê birêz Ocalan dizanin, lê kes nizane ew çi ye. Kes nizane nexweş e yan jî rewşa wî baş e. Ji ber vê yekê ew qas girîng e ku meriv niha tiştek bike. Jixwe gelek însiyatîfên gerdûnî yên erênî û dînamîk hene, lê têrê nakin. Ji ber vê yekê divê em binirxînin, bi hev re rûnin û mêjiyê xwe bidin ber hev û li ser tiştên ku em dikarin bikin jî biaxivin.
 
* Di dawiyê de, hûn dixwazin çi lê zêde bikin?
 
Zêdeyî bîst sal in ez bi kurdan re dixebitim. Ev ji bo min mijareke pir girîng e û ji bo kurdan jî pir girîng e ku di tunêlê de hinek ronahiyê bibînin. Dema ku em lê dinêrin, ew li gorî berê di rewşek pir çêtir de ne. Carinan ji bo dîtina bandorê wext lazim e, lê hin tişt pir acîl in, wek mînak li ser birêz Ocalan. Dema ez lê dinêrim di van 20 salan de gelek tiştên erênî qewimîn. Kurd gelekî hişyartir in. Haya wan ji rewşa heyî ji 20 sal berê zêdetir heye û ev yek pir erênî ye. Ji ber vê yekê divê em ji bîr nekin ku di cihêrengî û xebata me de pêşkeftin hene. Di van 20-30 salan de gelek tiştên erênî qewimîn û divê ev enerjiya li pişt xebata me be. Divê em zanibin ku bi xebatek dijwar, tişt dê biqewimin û baştir bibin. Lê niha di derbarê Tirkiyê de gelek geşedanên nerênî, diyalog û helwestên siyasî yên hikûmetê hene, lê divê em bawer bikin ku em ê hinek ji van kêşeyan derbas bikin û xebata xwe bidomînin, karên baş ên ku berê hatine kirin berdewam bikin. Werin em li îmkanên nû bigerin.