Şaredariya Peyasê Zarokistan vekir
- 13:26 16 Îlon 2024
- Rojane
AMED - Li navçeya Peyasê Zarokistan hate vekirin ku dê gelek atolyeyên cuda yên pirzimanî lê bên lidarxistin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê Zarokistan hate vekirin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, rêveberên Komeleya Ziman Çand û Lêkolînê ya Mezopotamyayê (MED DER), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), gelek kes û malbat tev li vekirinê bûn.
Hevşaredar Bêrîvan anî ziman ku ew saziyên ji hêla qeyûman ve hatine girtin dîsa vedikin û wiha domand: “Em hewl didin li gorî daxwazên gel tevbigerin. Dê ev xebatên me bidomin.”
Piştî axaftinan, beşdar li Zarokistanê geriyan.
Li Zarokistanê dê ji bo zarokên temenê wan di navbera 3-4 salî de atolyeyên muzîkê, fen, xweza û ekolojiyê bên lidarxistin. Atolye dê bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî û tirkî bin. Kapasîteya Zarokistanê ji bo 40 kesa ye, 2 polên wê hene û odeyên lîstik û xewê jî hene.