Sevda Çelîk Ozbîngol: Em difikirin ku biryarek ji civîna KE’ê derkeve
- 09:05 16 Îlon 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku wê roja sêşemê di civîna KE’yê de ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê axaftin û got: “KE, di 17’ê îlonê de wê di vê mijarê de raporê bigire. Îhtîmaleke mezin wê ne tenê nirxandinek biryarek jî derkeve.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de cezayê muebtea giran yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bêyî bibie xwedî mafê berdana bi şert, hatiye birîn li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) dît û tevî 10 sal derbas bûye jî tu gav nehatiye avêtin tecrîd hîn bêtir giran bûye. Konseya Ewropayê di 17-19’ê îlonê de wê civînekê pêk bîne û binpêkirina biryarên DMME’ê bigire rojevê.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê mijarê de nirxandin kir.
* Em her tim dibêjin mafê hêviyê û li ser vê axaftin tên kirin. Ev mafê hêviyê çiye û Tirkiye di qanûnan de vê çawa digire dest?
Yek ji sernavên girîng yên derbarê binpêkirinên li girtîgehan de ‘mafê hêviyê ye’. Ev ji bo girtiyekî hêviya azadibûnê dihewîne. Li Tirkiyeyê bi taybet ji bo muebetên giran, şewitandina înfazan û mexduriyetên cidî, mijarek girîng e. Cihê lê destpê kiriye bêguman Îmrailye û rejîma înfaza defacto ya li ser Birêz Ocalan pêk tê ye. Li gelek welatên cuda mînakên wê hene. Hêviyê di biyarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de heye. Di van biryaran de mafê hêviyê heye. Ji bo girtiyan hêviya azadiyê ya di şert û mercên mirovahiyê de pêşkêş dike. Ev tenê ji bo roja ku derkeve nîne. Em vê wek tahliyeyê tenê nabînin. Ev şert û mercên li girtîgehê jî dihewîne û mafê hêviyê ava dike. Ev ne tenê ji bo ku rojekê bê tahliyekirinê ne. Ev heta roja ku bê tahliyekirinê mafê wan pêk tîne.
* Li Tirkiyeyê pergala hiqûqê ya du alî hat meşandin. Hiqûqnasan diyar kirin ku ev ji bo girtiyên siyasî bi dehan carî pêk hatiye. Ji pergala hiqûqa du alî ya tê kirin çiye?
Di pergala hiqûqa di alî de sernavê ‘binpêkirina mafê hêviyê’ yek ji sernavên herî girînge. Ji bo her kesî divê divê mafên wekhev pêk bên û ev pêkanîn di mevzuatan de hene. Mekanîzma hiqûq û edeletê jî divê vê bîne cih. Lê peymanên navneteweyî û hinek sererastkirinên qanûnî yên navneteweyî di hiqûqa hundir de pêk nayên û girtî ji mafên xwe fêdeyê nagirin. Newekheviyên ku nayên qebûlkirin di pergala ceza Tirk de hene. Ev bi tecrîdêdestpê kiriye û êdî tecrîd jî bezandiye. Li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Ev nikare bê qebûlkirin. Ji bo girtiyên siyasî ev pêk tên û aliyê vê yê hiqûqî, polîtîk, ahlaqî û mirovahî tuneye. Gelek biryarên Dadgeha Destura Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin û ev hatine tespîtkirin.
Ji ber vê girtîgeha îro ji bo me girtîng in. Hiqûqa du alî di tu qada jiyanê de nikare bê qebûlkirin. Hiqûqa du dalî wek pêkanîneke dijhiqûqî jî dikare bê vegotin. Yên vê hiqûqê pêk tînin jî di pozîsyona ku sûc dikin de ne. Ji ber vê divê bi hişmendiya berpirsyariyê li dijî vê têkoşîn bê meşandin.
* Vê havînê saziyên Ewropayê derbarê tecrîd û girtiyên muebeta giran de du daxuyaniyên girîng dan. Ya duyemîn Jî wê hêviyê hêviyê li konseya Ewropayê bê destgirtin. Hûn van geşedanan çawa dinirxînin?
Niha li Îmraliyê tecrîdeke giran ku Konseya Ewropayê wek mexduriyet bi nav dike li girtîgeha Îmraliyê heye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de tespît kir ku cezayê muebeta giran yê li Abdullah Ocalan ku bêyî bibe xwedî mafê berdana bi şert, hatiye birîn li dijî Peymana mafêN Mirovan a Ewropayê (AÎHS) dît.Mixabin tevî vê biryarê tecrîda giran didome û mafê hêviyê hatiye binpêkirin. Di 31’ê Tîrmeha 2024’an de bi serlêdana saziyan re nirxandin hat kirin û wê KE’yê di 17’ê îlonê de raporekê amade bike. Îhtîmaleke mezin wê ne tenê nirxandin be wê biryarek jî jê derkeve.
* Biryara jê derkeve çima ji bo mafê mirovan û demorkasiyê girîng e?
Xwedî derketina mekanîzmayên darazê yên Ewropayê û aliyên demokratîk û hestiyar yên Ewropayê ya li pêvajoyê ji bo me hem girîng û hem jî bi nirx e. Ji ber ku biryarên bê dayîn di van esasên ku min vegotiye de raste rast me hemûyan eleqeder dike. Ev prisgirêk hemû civaka navneteweyî, Rojhilata Navîn û Ewropayê eleqeder dike. Divê ev pêvajo ji aliyê her kesî ve bê şopandin. Ji ber ku ev biryar me hemûyan eleqeder dike.