'8'ê Adara îsal wê bibe sala azadî û serfiraziyê' 2025-03-02 10:28:33   Mîdye Miqted   HELEB - Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê dest bi çalakiyên 8'ê adarê kir. Endama Koordînasiyona Kongra Star a bajarê Helebê Fehîme Hemo têkildarî mijarê wiha got: "Em ê 8'ê Adara 2025'an bikin sala azadiya tevahî jinên bindest."   Bi dirûşmeya "Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeyek demokratîk ve" carek din jinên bajarê Helebê bi coş û têkoşîneke bilind 8'ê adarê pêşwazî dikin. Koordînasiyona Kongra Star a bajarê Helebê daxuyanî da û wê li ser wê bingehê dest bi çalakiyên xwe bikin. Daxuyanî li taxa Eşrefiyê bi beşdariya tevahî tevger, rêxistin û partiyên jin hat dayin. Endamam Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Fehîme Hemo têkildarî mijarê axivî.    Bi coş û moral ber bi 8'ê Adarê ve   Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Fehîme Hemo têkildarî daxuyaniyê wiha got:"Bi dayina daxuyaniyekê me 8'ê Adarê pêşwazî kir lê di serî de em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Sala 2025'an ne weke salên par in ji ber bi bangawaziya dîrokî ya Rêbertî me carek din coş û moral girt her wiha me gotinên Rêbertî ji xwe re weke dîroka ji nû de rêxistinkirinê esas girt. Em ê bi vê coş û moralî ber bi 8'ê Adarê ve biçin."   'Nimûneya berxwedanê jinên kurd in'   Di dewamiya axaftina xwe de Fehîme Hemo têkildarî roja 8'ê Adarê wiha got:"8'ê Adarê roja cîhanî ya tevahî jinên cîhanê ye. Di vê rojê de jin berxwedana xwe bi bîr tînin û carek din asta têkoşîna xwe bilind dikin. Jinan ewqas sal in di bin desthilata zihniyetên serdest ên pê rû bi rû mabûn de, li berxwe dan. Rejîma Baas'ê hilweşiya li şûna wan HTŞ hat. Lê belê bi hatina HTŞ'ê re jî jin dîsa tune hatin hesibandin. Jinên kurd li dijî vê yekê jî li berxwe didin. Nimûneya berxwedanê jinên kurd in."   'Tevli şahiya 8'ê Adarê bibin'   Fehîme Hemo qala çalakiyên ku wê ji bo 8'ê Adarê were lidarxistin kir û wiha dewam kir:"Bi boneya roja 8'ê Adarê em ê çalakiyên xwe li  Helebê li dar bixin. Hem di taxa xwe de hem jî di taxên ku di bin kontrola HTŞ'ê de wê çalakiyên me bên orgenîzkirin. Em tevahî jinên Sûriyeyê û di nav de jinên bajarê Helebê pêşwazî dikin ku tevlî şahiya mezin a 8'ê adarê bibin."   '8'ê Adarê wê îsal bibe sala serkeftinê'   Di dawiya axaftina xwe de Fehîme Hemo da zanîn ku wê 8'ê Adarê ya sala 2025'an bikin sala azadiyê û wiha got:"Em ê 8'ê Adarê ya sala 2025'an bikin sala rizgariya Rêber Abdullah Ocalan her wiha sala azadkirina tevahî jinên ku bindest in."