Li Sêrtê xespkirina vîna gel hat şermezarkirin 2025-01-30 15:34:51     SÊRT-  Li dijî xespkirina vîna gel li ber avahiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Bi tayînkirina qeyûman aştî pêk nayê. Heke hûn dixwazin aştiyê pêk bînin çareserî li holê ye. Çareserî li Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan e."    Wezareta Karên Hundir waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê tayîn kir. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm ên li pêşiya Şaredariya Sêrtê di tevahiya rojê de didome. Çalakiya ku 2 roj in li ber şaredariyê ligel dorpêça polîsan didome. Di çalekiyê de dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Derbarê tayînkirinê de daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de pankarta "Qeyûm darbeya li hemberî vîna gel e", "Em ê bi berxwedanê li dijî xespê derkevin, ne qeyûm demokrasî" hat vekirin.    Di nobetê de polîsan hewldan ku berxwedan gel têk bibe û ciwanan binçav bike. Bi bertekên gel ciwan nehatin binçavkirin û bi dirûşm, çepik û tilîliyan helwesta polîsan hat şermezarkirin. Dû re daxuyanî hat dayîn.    Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan axivî û bal kişand ser berxwedana gel û got: "Gelê Sêrtê vîna xwe di sindoqan de nîşan da. Hûn çi diin bikin hûn nikarin bi ser kevin. Gel tayînkirina qeyûman û xespkirina vîna gel qebûl nake. Gelê xwedî li vîna xwe derdikeve."    Parlamenter Adalet Kaya jî di axaftina xwe de behsa tayînkirina qeyûman kir û wiha bi lêv kir: "3 car in qeyûm tayînê Şaredariya Sêrtê dikin. Tayînkirina qeyûman tê wateya darbeya li hemberî demokrasiya welat. Ev vê yekê qebûl nakin. Îktîdar ji bo domandina hebûna xwe wisa dike. Li Sêrtê, Akdenîzê û Mêrdînê gel li ber xwe dide. Li Bendava Tişrînê, li Mêrdîn û Pirsûsê gelê me li ber xwe dide. Em jî li vir li ber xwe didin. Em ê bi ser kevin. Qeyûm dê ji vir biçin."   Piştî daxuyaniyê girse serdana esnafan kir.