Ji bo Mîtînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê bang:Ji bo aştiyê werin 2025-01-30 09:02:55   STENBOL-Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz ji bo ‘Mîtînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê’ bang kir û got: “Em wek ên ku aştî û edalet dixwazin li dijî xizanî, qetilkirina jinan, xwezayê û sewalan û ji bo aştiyê li wir bin.”   Hevdîtinên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re didomin. Der barê hevdîtinên tên kirin de gaveke şênber dernakeve holê û li aliyê din jî ji bo aştiya civakî bi salan e xebat didomin. Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê di vê çarçoveyê de di 2’ê Sibatê de ‘Mîtînga Aştiyê ya ji bo Azadiyê’ wê li Qada Esenyurtê bi tevlibûna hevseroka DEM partiyê Tulay Hatîmogullari  li dar bixe.   ‘Em daxwaza aştiyê bilind bikin’   Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz der barê pêvajoya tê jiyîn de axivî û got ev di alî aştiyê de girînge û got: “Krîza li welat tê jiyîn ji polîtîkayên şer cudatir nayên destgirtin. Ji ber vê daxwaza aştiyê girînge. Qirkirina jinan, xwezayê, sewalan, xizanî, binpêkirina mafan, pêkanînên li girtîgehan girêdayê şer in. Ji ber vê em daxwaza aştiyê bilidn bikin.Em di vê çarçoveyê de mîtîngê pêk bînin. Em dixwazinbi hemû gelan re dengê xwe bilind bikin, derdê xwe vebêjin. Desthilatdarî ji bo hebûna xwe bidomîne hewce bi şer dibîne. Em jî li dijî vê ne, qebûl nakin û bang dikin ku hemû kes wê rojê li wê qadê ligel me bin.”   ‘Em li alî aştiyeke mayînde ne’   Gonca Yangoz daxuyakirin ku têkoşîna wan ne tenê ji bo wan ji bo hemû gelên li welat dijîne û wiha bi lêv kir: “Em li alî aştiyeke mayîn de ne.Derdê me eve ku em muxalefeta civakî zêde bikin, daxwaza aştiyê bilind bikin.  Em li alî aştiyeke bi rumet û mayînde ne.Ji bo wekheviya gelan ji bo hemû kes wekhev bijîn,bi ziman û nasnameya xwe bijîn, em dibêjin aştî."   ‘Wê wêneyekî aştiyê hebe’   Gonca Yangoz di dawiya axaftina xwe de banga ji bo tevlibûna mîtîngê kir rû got: “Bi tevlibûna hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogullari li Qada Esenyurtê saet di 13.00’an de em ê bên gel hev. Em hemû gelê xwe vexwînin mîtîngê. Em ji bo ked, edalet û aştiyê ligel hev bin. Bila her kes bi reng û nasnameya xwe bi daxwaza xwe li wir be. Em ji bo aştiyê dengê xwe bilin bikin. Wê ew jî bibe wêneyê aştiyê.”