Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (19) 2024-11-19 09:06:20     Li Mexmûrê têkoşîna bi rêxistinî ya li dijî tundiyê    Siya Kar   MEXMÛR - Derbarê xweparastina li dijî tundiyê de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Songul Guler wiha got: "Li dijî tundiyê zanistek hewce dike. Zanebûn pêwist dike. Divê parastineke te ya cewherî hebe. Fikr, raman û ruh pêwist dike. Ev yek jî tenê bi rêxistinbûnê pêkan e."   Em her tundiyê wek bîrdoziyek digirin dest û bi pergaleke bîrdozî jî li dijî tundiyê têdikoşin."   Jinan amadekariya pêşwazîkirina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê didomînin. Tevger, rêxistin, sazî û dezgehên jinan di çarçoveya plansaziya xwe de çalakiyên cur bi cur li dar dixin û banga têkoşîna hevpar dikin.   Me di vê beşa dosyaya xwe de cih da nêrînên endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Songul Guler.  Songul Guler di nirxandinên xwe de bal kişan ser cureyên tundiyê, rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê anî ziman.   'Dê 12 meh û 24 saetan têbikoşin’   Songul Guler, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya 25’ê Mijdarê û got: “Roja 25’ê Mijdarê, wek roja têkoşînê ya li dijî tundiya li hemberî jinê hatiye diyarkirin. Di roja 25’ê Mijdarê de em jin dê dengê xwe bilind bikin. Em ê tundiya li hemberî jinê ne tenê di 25’ê Mijdarê dê her roj, 12 meh û 24 saetan li hemû qadan dengê xwe bilind bikin û têkoşînê bimeşînin. Em nikarin tundiyê tenê bi salekî ve bi kesekî ve bigirin dest. Tundî bi xwe polîtîkayeke zîhniyeta baviksalarî ye. Tundî bi xwe birdoziyek li hemberî jin, zarok û civakê ye. Bi hişmendiya baviksalarî jî hatiye sazkirin. Ji ber vê jî em nikarin wisa wek bûyerek bigirin dest. Pergala şaristaniyê ku hatiye avakirin û sazkirin, gel jî îktîdara baviksalarî û tundiyê bi xwe re meşandiye.”   Di her qadên jiyanê tundî   Songul Guler, daxuyand ku cureyên tundiyê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cureyên tundiyê hene, ew çi ne û mirov dikare çawa bigire dest? Tundiya civakî, tundiya derûnî, tundiya aborî, tundiya zayendî, tundiya fîzîkî, tundiya leşkerî, tundiya siyasî û hwd. mirov dikare wisa bi nav bike. Ev polîtîka û bîrdozî bi hem xetên qalind û bi hem jî bi xetên zirav heta roja me ya îro hatiye. Em dikarin bêjin di hemû qadên jiyanê de jin bi tundiyê re rûbirû dîminin. Karkerek li derekî kar bike, tundiya herî mezin a li hemberî wê çiye? Nikare heqdestêk beramberê keda bigire. Ev tundiyek e. Jina ku kar dike nikare mafê xwe yê xwesertiyê bigire. Mirov dikare mînaka jiyana li malê bide. Jinên ku li malê ji serê sibê heta êvarê û tevahiya emrê xwe dide malbatê, kedek mezin dide. Lê heq girtin pir pir kêm e. Beramberê vê kedê jî ji zilam û ji xizmên malbatê tundiya derûnî û fîzîkî dibîne. Her wiha bi tundiya zarokên xwe re jî rûbirû dimîne. Dîsa ji cîran û derdora xwe jî tundiyê dibîne.”   ‘Bi sedan girtiyên jin hene’   Endama koordînasyonê Songul Guler, dema behsa cureyên tundiyê kir bal kişand ser qada siyasî û wiha axivî: “Di hêla siyasî de jî mirov dikare wiha şîrove bike. Jina ku dixwaze bi nasnameya xwe ya jinbûnê siyasetê bike, bi tundiya pergala netew-dewletê re rûbirû dimîne. Mînak îro bi sedan jinên têkoşer, jinên ku dixwazin nasnama xwe biparêzin, gelê xwe biparêzin û nûnertiya wê bikin niha di zindanan de bi tundiya dijminê re rûbirû dimînin.  Cezayên dehan salan didin.”   Tundiya derûnî ya 24 saetan   Songul Guler, di berdewamiyê de wiha bal kişand ser tundiya derûniyê: “Em dikarin dîsa behsa tundiya herî zirav a derûnî bikin a ku li hemberî jinê tê meşandin. Ev yek jî bi polîtîkayên şerê taybet bi 24 saetan li hemberî jinê tê meşandin. Jin bêîrade tên hiştin, bê nasname tên hiştin, bê hêz tên hiştin. Dixwazin jinê di jiyanê de bi tevahî ji holê rakin. Dixwazin tenê wek fîzîkî bîmene bes e. Tenê ji bo kar, xizmet û zarok anîne dinirxînin. Ji ber vê yekê jî tundiya derûnî 24 saetan li hemberî jinê tê meşandin."   Di şer de destdirêjî û destavêtin   Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Songul Guler, destnîşan kir ku di her qadên jiyanê de jin bi tundiyê re rûbirû dimînin û wiha bi lêv kir: “Bi taybetî di metrepolên mezin de welatên netew-dewlet a ku ji xwe dibêjin em demokratin, me demokrasî aniyê, me mafê jin û ciwanan daye, taybet li metrepolan jin bi êrişên zayendî, taciz û tecawizê re rûbirû dîminin. Li kolanan û di nav mala xwe de bi tecawizê re rûbirû dimînin. Di şerê ku îro li Rojhilata Navîn dimeşe de dibêjin heke tu herî û ew der desteser biki tu dikari jinê wek ganîmeta şer bigiri. Ji ber vê yekê em dikarin bêjîn ku di şerê ku niha tê meşandin de jin bi tecawiz û destavêtinê re rûbirû dimîne. Ji ber vê yekê êrişên cinsî herî zedê li hemberî jinê tê meşandin. Ev yek tundiya herî mezin e. Em dikarin bêjin di hemû cureyên jiyanê de jin bi tundiyê re rûbirû dimînin.”   ‘Em ê çawa xwe ji tundiyê biparêzin?’   Songul Guler, derbarê xwe parastinê de jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em ê çawa xwe biparêzin û çawa xwe ji tundiyê rizgar bikin?  Ev yek xala herî muhîm e. Pêwiste ku mirov ewil vê yekê bizane, heke em bi hêz bin em dikarin li hemberî tundiyê rawestin. Em li ser nasnama xwe ya jin bibin hêz, ev hêza ku ji me hatiye girtin, em wê hêze carekdin bigirin, ev vîna ku ji me hatiye girtin carekdin bigirin, ev hebûna ku ji destê me hatiye girtin şûn ve bigirin, xwe bikin hêz, kesayet û nasname, em dikarin li dijî tundiyê derkevin û têbikoşin.”   ‘Gelo rêxistin dê li ser çi esasî be?’   Songul Guler, di axaftina xwe de wiha bersiv da pirsa gelo rêxistinek çawa: “Em ê çawa xwe ji tundiyê biparêzin? Ev yek jî çawa pêk tê? Ev yek tenê bi rêxistinbûnê pêk tê. Jin xwe bi rêxistin bike. Gelo rêxistin dê li ser çi esasî be? Rêxistin divê li ser esasê heqîqetê be û li ser heqîqeta rizgariya jinê be. Divê em paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo esas bigirin. Li ser zanista jineolojiyê em xwe carek din hebûna xwe bidin avakirin û em dora vê pradîgmayê bibin xelek, em xwe birêxistin bikin. Em parastina xwe ya cewherî encax dikarin li ser van esasan pêk bînin. Bîrdoziyek û pergalek nebe, çavkaniyeke te ya xurt tunebe nikarî li hemberî pergala dagirkeriyê ya ku civakê, jinê, ciwan û hemû zindiyên li cîhanê xistiye bin lêpê xwe tune dike têbikoşî.”   Li wargehê têkoşîna li dijî tundiyê   Songul Guler, daxuyand ku wek jinên wargehê bi tundiyê re rûbirû dimînin û wiha bal kişand ser mijarê: “Jinên wargehê, wek tundiya leşkerî, netew-dewleta siyasî, aborî re em jî rûbirû dîminin. Em wek jinên wargehê li dijî tundiyê bi zanista jineolojiyê, bi pergala netewa demokratîk, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk a azadiya jinê esas digire, xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin. Wek meclîs em xwe bi rêxistin dikin. Wek sazî em xwe bi rêxistin dikin. Em li ser kijan esasî xwe birêxistin dikin? Li ser esasê avabûna jinê û li ser nasnameya jinbûnê em xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin.”   ‘Bi pergaleke birdoziyê li dijî şîdetê têdikoşin’   Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Songul Guler, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me di serî de jî got tundiya li hemberî jinê hem bi xeteke kalind û hem jî xeteke pir zirav û kûr tê meşandin. Ji ber vê yekê jî zanistek hewce dike. Zanebûn pêwist dike. Parastineke te ya cewherî divê hebe. Di fikr, raman û ruh de ev yek pêwist dike. Ev yek jî tenê bi rêxistinbûnê pêkan e. Em jinên wargehê jî li ser wan esasan xwe bi rêxistin dikin. Em her tundiyê wek bîrdoziyek digirin dest. Em her tundiyê wek polîtîkayeke baviksalari digirin dest. Ji ber vê jî tenê tu dikarî bi pergaleke bîrdozî li dijî tundiyê têbikoşî.”