Ji kampusan heta kolanan berxwedan: Yên xilas bikin em in 2024-11-11 09:03:55   Elfazî Toral STENBOL- Ji Tevgera Zanîngehên Azad xwendekar Oykum Bozkurt beriya 25’ê mijdarê diyar kir ku wê berxwedana xwe ji kampusan ber bi kolanan li her derê bilind bikin û got yên xilas bikin ew in.    Ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî jin xebatên xwe bê navber dimeşînin. Bi hezaran jin wê dakevin qadan û azadiyê biqîrin. Jin ji bo jiyaneke nû ava  bikin têkoşîna xwe didomînin.    Ji Tevgera Zanîngeha Azad Oykum Bozkurt beriya 25’ê mijarê ji ajansa me re axivî.   Oykum Bozkurt da zanîn ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û jin jî li dijî vê li her qadê têkoşîna xwe didomînin. Oykum Bozkurt wiha got: “AKP-MHP li her qada jiyanê êrîşên xwe didomînin.  Di qetilkirinên jinan de jî gumanbaran diparêzin û bê ceza dihêlin. Tekoşîneke mezin a jinan li dijî êrîşan heye. Ev gumanbar çima tên xelatkirin. Pergala kapîtalîst ji bo hebûna xwe bidomîne vê tundiyê dimeşîne. Gumanbar tundiya pergalê zêde dikin.”   ‘Wê serhildana me kolanan tije bike’   Oykum Bozkurt daxuyakirin ku her roj jin û zarok tên qetikirin û balkişand ser rizandina civakî: “Em her roj bi nûçeyên qetilkirina jin û zarokan şiyar dibin. Ev nîşaneya rizandina civakî ye. Divê em li dijî vê têkoşîna topyekun mezin bikin. Rizgarî di têkoşîna rêxistinkirî de ye. Rizgarî wê bi têkoşîna me bê. Li Stenbolê du jin ji aliyê gumanbar Semîh Çelîk ve hatin qetilklirin. Piştî vê jinan li zanîngehan serhildan mezin kir. Serhildana me ya li kampusan dest pêk kir wê di 25’ê Midjarê de kolanan tije bike.”   ‘Ji xwişkên Mîrabel mîrate’   Oykum Bozkurt got jinên 25’ê mijdarê pêşwazî dikin cihê wan yê hevdîtinê Qada Tunelê ya Taksîmê ya Şîşhaneyê ye.  Oykum Bozkurt wiha dawî lê anî: “Me bernameya xwe amade kir. Em ê jinên zanîngehê bi dovîz û pankartên xwe bimeşin. Em ê dakevin qadan. Ev roj mîrateya xwişkên Mîrabele ji me re maye.  Serhildanan jinan ranawestin. Em ê ber bi 25’ê mijdarê serhildana xwe daxînin kolanan.”