Berxwedana Êlihê di roja 4'an de ye: Bimre koletî, bijî azadî 2024-11-07 14:15:39     ÊLIH - Di berxwedana li dijî qeyûman a Êlihê de ku di roja xwe ya 4’emîn de ye, ji 3 baskan heta şaredariya ku qeyûm tayînî wê hat kirin meşek hat lidarxistin.   Berxwedana gel a li Êlihê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm lê hat tayînkirin kete roja xwe ya çaremîn. Girseya gel li ber Gok Taksî  ya li ser cadeyên Êlihê yên Cûdî, Petrolkent û Seyîd Bîlal li hev civiya û ber bi Kolana Gulistanê ve meşiya.   Girseya gel li Taxa Petrolkentê li hev civiya jî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana gelê Kurd", ber bi kolana Gulistanê ve meşiya. Welatiyan bi tilîlî û dirûşmeyên serketinê piştgirî dan meşê, bi tevlêbûna welatiyan meş her ku çû mezin bû.   Qeyûm bi nifiran hat şermezarkirin   Girseya ku di nav de Şaredarê Elihê Yeşîl Işik ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Alîkarê Hevserokên Rêveberiyên Herêmî yên DEM Partiyê Mehmet Rûştû Tiryaki û Parlamenter Mahmut Tanal jî hebû li Taxa Cûdî hatin cem hev û bi çepik û tilîliyan heta Kolana Basînê meşiyan. Welatiyên derdorê bi çepik û tilîliyan piştgirî dan girseyê. Bi taybet jin û dayikan bi tilîlî û çepikan, sembolên berxwedanê piştgirî dan girseyê û bi nifiran qeyûm şermezar kirin.   Girseya gel dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî serok Apo", "Bi can bi xwîn em te re ne ey Serok", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristin" berz kirin. Ciwanan konteynirên çopê şewitandin û qeyûm şermezar kirin.    Banga parastina şaredariyan kirin   Girseya ku ji Gok Taksî heta Parka Zînê meşiyan, ji bo daxuyanî bê dayîn bang li gel kir ku piştgiriyê bidin şaredariyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Qeyûm ji Kurdistanê bicehime", "Qeyûm talan e berxwêdan jiyan e", "Bimre koletî, bijî azadî" hatin qîrîn. Di meşê de welatiyên bi wesayitan derbas dibûn bi lêdana qurne û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan girseyê.   'Polîtîkayên şerê taybet ferz dikin'   Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz gel silav kir û got, "Hikûmeta AKP'ê û MHP'ê her ku dikevin tengasiyê, li gelê Kurd dixin. Êrîşî şaredariyên gelê Kurd dikin. Polîtîkayên şerê taybet li dijî gelê Kurd ferz dikin, qeyûman tayîn dikin. Dema ku navê xwe bi talan, dizî û zilmê dan zanîn, gelê Kurd jî bi demokrasî û têkoşîna xwe, xwe da naskirin."   ‘Şaredarî şaredariya gel e’   Jineke çalakvan jî di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Şaredarî şaredariya gel e. Çima şaredariyeke bi îradeya gel hatiye standin didizin? Bila biçin şaredariyên xwe. Bi roja ye em li ber xwe didin û em ê her li ber xwe bidin. Gelek ciwanên me bi lêdanê hatin binçavkirin. Em jî dibêjin ku; heta ku hemû ciwanên me yên binçavkirî tên berdan û şaredariya xwe distînin dê têkoşîna me bidome.”    Berxwedana gel didome.