Li Mêrdînê êrîşî gelê berxwedêr û hevşaredaran kirin 2024-11-04 10:49:45   MÊRDÎN - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, polîsan bi gaza bîberê êrîşî girseya li ber şaredariyê kom bûn, kirin hevşaredar Devrîm Demîr jî ji ber gazê ne rehet ket.    Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, qeyûm hatin tayînkirin. Li hemberî tayînkirina qeyûman welatiyan li ber avahiyên şaredariyê bertekên xwe tînin ziman.   Polîsan gaza bîberê avêt ser girseya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qeyûm tayînî wê hat kirin. Hevşaredar Devrîm Demîr ku ji ber gazê ne rehet ket.