Hevşaredara Êlihê: Em rejîma dagirkeriyê qebûl nakin 2024-11-04 08:24:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonûk ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin got: "Me ev rejîma talan û desteserkirinê qebûl nekir û qebûl jî nakin."   Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Derbarê mijarê de Hevşaredara Êlihê li ser hesabê xwe yê dijîtal peyamek da û got: "Şaredariya me ya ku me bi keda jin, ciwan û gelê xwe di hilbijartinên 31'ê Adarê de li Tirkiyeyê bi rêjeya dengên herî zêde bi dest xistibû, ji danê sibehê ve bêyî ku agahî ji me re were dayîn, hat desteserkirin. Me ev rejîma talanker û desteserker qebûl nekir û em ê qebûl nekin jî. Şaredarî yên gel in."