Li dijî çeteya şantajê ya li Wanê bertek: Em ê li berxwe bidin 2024-10-31 09:10:38   Memîhan Zeydan   WAN - Jinan der barê çeteyên şantajê yên ku bi rêya jinên ku dixapînin, şantajê dikin pereyan qezenc dikin, diyar kirin ku ev çete bi polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê tên teşwîqkirin û ev rewş parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e û gotin, "Em ê weke jin li dijî vê, li ber xwe bidin. "   Hat diyarkirin ku li Wanê ji aliyê mêrê bi navê Ozcan Polat ve gelek kes bi şantajê rû bi rû mana ku gelek dosyeyên wî bi taybet tiryak heye, bi rêya jinan wêneyên neguncav ên mêran tomar kirine. Her wiha hat hînbûn ku Ozcan Polat ê ku jinên ciwan kire tiryakê, tundî li jinan kiriye û gef li jinan xwariye.    Jinan der barê çeteyên şantajê yên li Wanê derketin holê de axivîn.   'Çeteyên şantajê encamên polîtîkayên şerê taybet in'   Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay, diyar kir ku bi salan e çeteyên şantajê polîtîkayên şerê taybet dimeşînin. Canan diyar kir ku di encama polîtîkayên şerê taybet de bi taybet li Kurdistanê komên çeteyên bi vî rengî derketine holê û got, “Li herêma me polîtîkayên şerê taybet dijwartir dibin, ji bo ku gel bi taybet ciwan ji ziman û çanda xwe dûr bikevin ev polîtîka tên meşandin. Em qebûl nakin ku Ozcan Polat li Wanê bi reşkirina jinên ciwan pere qezenc bike. Divê ti jin li vî bajarî hebûna çeteyên ku armanca wan biçûkxistina jinan e qebûl neke."   'Em ê li dijî polîtîkayên şantajê bisekinin'   Canan, anî ziman ku zarok jî ji aliyê çeteyan ve hatin xapandin û wiha got: “Em ji wan re dibêjin hevalên xwe yên jin, lê di rastiyê de zarokên ku ji aliyê van çeteyan ve hatine xapandin hene. Tiştên wiha ji ber polîtîkayên bêcezakirinê tên teşwîqkirin. Ger li Colemêrgê kesên bi polîtîkayên şerê taybet tev digerin, bihata cezakirin, îro Ozcan Polat newêrîbû vê yekê bike. Vê cesaretê ji pergala heyî digirin. Banga min ji bo hemû Wan, dayikan û hemû gelê me ev e; Divê em hemû mil bi mil li dijî van polîtîkayên şantajê li ber xwe bidin. Em dizanin ku kesê bi navê Ozcan Polat ji aliyê kesekî ve tê parastin û teşwîqkirin. Em ê weke jin li dijî vê yekê bisekinin û têkoşîna ku bi salan e têdikoşin, bidomînin."   'Em ê destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet'   Hevşaredara Tûşbayê Hanim Akkoş, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinên ciwan tên meşandin û got, “Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet ên çeteyên şantajê yên li Wanê tên meşandin. Em ê têkoşîna xwe ya jinan li dijî çeteyên şantajê berfirehtir bikin."   'Em ê polîtîkayên şerê taybet têk bikin'   Endama Meclisa Şaredariya Elbakê Hîvîdar Bayer diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet re tiryak, fuhûş û şantaj zêde bûne û got, “Em daxwaz dikin ku kesê bi navê Ozcan Polat cezayê ku heq dike, di zûtirîn demê de werbigire. Em soz didin ku em ê bi têkoşîna jinan polîtîkayên şerê taybet ji holê rakin.”