Çeteya şantajê ya li Wanê: Ozcan Polat kî ye? 2024-10-29 10:41:42   Oznûr Deger    WAN - Çeteya şantajê ya ku tê îdiakirin li Wanê ji aliyê kesê bi navê Ozcan Polat ve tê birêvebirin, piştî hînkirina tiryakê bi wêneyan jinan tehdîd dike. Dayika ku keça we tê tehdîtkirin û bi tundiyê re rûbirû dimîne ji bo rizgarkirina keça xwe banga alîkariyê kir.    Li Kurdistanê hema bêje her roj bi rêbazên nû polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Piştî ku ajansa me çeteyên tiryak-fuhûşê ya li Colemêrgê heyî eşkere kir hat hînbûn ku li Wanê jî komeke şantajê heye.   Hat îdîakirin ku mêrê bi navê Ozcan Polat, bi tiryakê gelek jin xapandiyê. Jinên ku bi tundî û tehtîdan re rûbirû mane ji neçariyê gotinên Ozcan qebûl kirine. Hat îdiakirin ku ewilî ev jin bi soza kar tên xapandin, tiryak û alkolê didin jinan. Dûre wêneyên wan dikişînin û tehdît dikin. Hat îdiakirin ku Ozcan Polat ji aliyê hestyarî ve bandorê li gelek jinan dike.    Jinên Îranî jî ketine nava torê   Li gorî îdiayên ku hatin kirin Ozcan Polat bi Apo Aslan bi nasnavê "Dayi" û gelek kesên din re dixebite, her wiha ev kes jî gelek qeydên wan ên sûc jî hene. Her wiha li gorî îdiayên ku hatin kirin di nav de jinên îranî heyî bi tevahî 20 jin ketine nav tora vê çeteyê.    Ajansa me di heman demê de xwe gihand peyamên Whatsappê yên di navbera Ozcan Polat û jina ku bi tiryakê tevlî torê kiriye. Di xeberdanê de hat dîtin ku Ozcan Polat jinê tehdît kiriye. Jinê di peyamê de ji Ozcan Polat re got, “Ez te naxwazim. Bi qasî ku tu dixwazî min tehdîd bikî. Tu yî bibînin ku kê tê tune bibe."  Her wiha me xwe gihand wêneyên jina ku bi tundiyê re rûbirû maye.    'Salek e di nav çeteya şantajê de ye'   Têkildarî mijarê dayika jinê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku armanca wan tenê rizgarkirina keça xwe ji destên vê çeteyê ye. Dayikê anî ziman ku keça wê salek berê hatiye xapandin û ev salek e di destê çeteyên şantajê de ye. Dayikê diyar kir ku ji bo keça xwe gelek caran çûne emniyetê û dozgeriyê lê ji wan re gotine "delîlên şênber nîn in, em nikarin tiştekî bikin" û bêyî ku giliyê wê bê kirin şandine malê diyar kir ku keça wê pir caran nayê malê û rojên tê derengiya şevê tê û di bin bandora tiryak û alkolê de ye.   'Dayê min ji wê rewşê xilas bike'    Dayikê bûyera qewimî wiha vegot: “Par bi hevalên xwe re keça min hat malê. Piştî ku keça min hat malê, got ku wê karek dîtiye û dê li ser kompîturê bixebite. Keça min rojekê dereng dihat û rojekê zû dihat. Ozcan keça min ji ber derî dibir û ji min re got, 'Keça te emanetî min e. Got: “Ez şofêrê keça te me. Bi vî awayî min Ozcan nas kir. Paşê keça min êdî dereng dihat. Dû re ew dev ji hatina malê berda. Dema keça min rojekê hat malê, serxweş bû û tiryak bikaranî bû. Dema min pirsî ka çi bûye, keça min giriya û ez hembêz kirim. Ji min re got, ‘Dayê, ez westiyam, min ji vê rewşê xilas bike.’ Ji wê rojê ve keça min di nav wan de cih digire û ew jî dest bi şantajê dike. Ozcan tundî li keça min dikir û tehdit dikir. Çawa bûye nizanim lê keça min evîndarê Ozcan bûye. Ozcan jî kesekî zewicî ye. Min jê re digot ew te dixapîne û pere qezenç dike, lê keça min îkna nedibû. Dema min jê re digot ez ê biçim cem polîsan, digot ‘Tiştekî wiha tune, tu yî bela berdê serê me. Em ji bo xwe dixebitin.’  Li sûkê xaniyek kirê kirine û li wir diman. Duh jî hat malê. Dema şiyar bû got, 'Ozcan 50 caran gazî min kir, te çima ez şiyar nekirim? Ez ê herim û bixebitim ku kirêya malê bidim.’”   'Tiliya keça min hatiye jêkirin'   Dayikê anî ziman ku keça we ketiye nav xefika Ozcan Polat û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Keça min jî dibêje ku ew esrarê bikar tîne. Got ku Ozcan daye wê. Ew rojê belkî 50 teneke alkol vedixwe. Gava ku ez bi wê re bi dîmen diaxifim, min li ser masê amûrên tiryakê û alkolê didît. Li keça min lêdan xwaribû, çavê wê reş kiribûn. Dema ez dipirsim jî dibêje 'Min li derî xist'. Destê wê dişkênin û tiliya wê jê dikin. Nabêje 'Ozcan kir' lê hincetan diafirîne. Berê li xwe mikur dihat ku Ozcan lê xistiye, lê niha nabêje. Destê keça min di nav birînan de mabû û hatibû jêkirin. Ez roj bi roj keça xwe winda dikim, ji ber destê min diçe.”    'Ez çûm emniyet û dozgeriyê lê...'   Dayikê diyar kir ku ji bo gilîkirinê gelek caran çûye emniyetê û wiha got: “Ez û hevserê xwe gelek caran çûn emniyetê. Me gilî kir û rewş vegot. Ji me re dibêjin  'Keçik mezin e û çawa dixwaze dikare wisa bijî û em nikarin tiştekî bikin. Bi delîlên berbiçav werin cem me, bila keçik were îtîraf bike’ Lê keça min nayê û li xwe mikur nayê. Çawa dikare keça min di bin tehdîdê de îtîraf bike? Em ê çawa keça xwe bibin qereqola polîsan? Keça min niha mîna xwekujekî ye. Roj bi roj dihele, winda dibe, lê ez nikarim tiştekî bikim. Ez çûm dozgeriyê, guh nedan min. Daxwaza min tenê ew e ku keça min ji vê jiyanê xilas bibe, tedawî bibe û vegere jiyana xwe ya berê."    'Divê hemû jin bên rizgarkirin'   Dayika ku xwest Ozcan Polat bê girtin û cezayê pêwîst jê re bê dayîn, destnîşan kir ku nasnameya keça wê hatiye desteserkirin û got: “Ez dixwazim keçên din jî bê rizgarkirin. Keça min ne tenê ye, kesên wek wê gelek in. Divê hemû bên rizgarkirin.”